Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-08-05 18:59:34   STENBOL - 27 kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    27 kesên di çalakiya Mirovên/Dayikên Şemiyê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 27 kesên ku Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de piştî kirariyên îfadeyan ên li miduriyeta polîsan sewqî 3 nexweşxaneyên cuda hatin kirin. Her 27 kes piştî kontrola wan a tenduristiyê hatin berdan.    Dayikên Şemiyê yên li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihandin ku hatine berdan ev peyam parve kirin: “Gotina me hêza me ye, em ê bêdeng nebin.”   Navên kesên hatine berdan wiha ne: “Hanîfe Yildiz, Besna Tosûn, Masîde Ocak, Gulsum Elvan, Eren Keskîn, Mîkaîl Kirbayir, Alî Tosûn, Hasan Karakoç, Alî Ocak, Gulseren Yolerî, Oya Ersoy, Leman Yûrtsever, Îsmaîl Yucel, Cuneyt Yilmaz, Omer Kavran, Davût Arslan, Arat Dînk, Şukran Kablan Yeşîl, Azîz Ozkan, Bulent Turkmen, Gonul Adibellî, Ahmet Keleş, Varol Oztorûn, Canan Kebenç, Vaîz Adiguzel, Yilmaz Haksever û M. Ensar Korkmaz.”