Walîtiya Wanê hemû çalakî û xwepêşandan heta 2 rojan qedexe kir 2023-08-05 10:26:16   WAN - Walîtiya Wanê hemû çalakiyên li bajar dê bên lidarxistin heta 2 rojan qedexe kir.    Walîtiya Wanê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku li bajêr her cure daxuyaniyên çapemeniyê, meş û civînên derve hatine qedexekirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bilî çalakiyên walîtî û qeymeqamtiyê guncav dîtine, hemû cureyên çalakiyan ên weke daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, xebatên anket, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavokan û hwd. ji 05.08.2023'yê heta 06.08.2023’yan hatine qedexekirin.”