Li Dêrsimê konsera mîhrîcanê 2023-08-05 08:57:09   DÊRSIM - Bi hezaran kes tev li konsera roja duyemîn a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bûn. Beşdaran xebatên madenvaniyê û qedexeyên walîtiyê protesto kirin.    21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku îsal bi dirûşma “Li dijî talankeriya madenvaniyê em jiyanê diparêzin” tê lidarxistin. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de konser hat lidarxistin. Konser li Qada Seyîd Riza hat lidarxistin. Koroya Şaredariya Dêrsimê, hunermend Raber Dîler, Ceren Aytaç, Hidir Bakir, Sena Dêrsim, Pinar Aydinler û Enver Çelîk derketin ser dikê.    BERTEK NÎŞANÎ BIRYARA QEDEXEYÊ DAN    Bi hezaran kes tev li konsera li meydanê bûn û li ber stranên hunermendan xelekên govendê gerandin. Konser, bi stranên berxwedanê didome û hunermendên derketin ser dikê bertek nîşanî qirkirina xwezayê, talankeriya madenvaniyê û biryara qedexeyê ya walîtiyê dan.