Rojnamevan Yûrtsever li ser giliyê DEDAŞ’ê îfade da 2023-08-04 18:30:03   DÊRSIM - Bi giliyê DEDAŞ’ê derbarê Midura Karên Nivîsê ya MA’yê Dîren Yûrtsever de biryara girtinê hate derxistin. Yûrtsever, piştî biryarê li Dêrsima çûyê îfade da.    Derket holê ku ji ber nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de têkildarî Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) hat weşandin, bi giliyê DEDAŞ’ê der barê Midura Karên Nivîsê ya MA'yê Dîren Yûrtsever de biryara girtinê hatiye dayîn. Yûrtsever a ku dema li Dêrsimê bû hîn bû ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi giliyê DEDAŞ'ê biryara girtinê daye, çû Edliyeya Dêrsimê û li ser SEGBÎS’ê îfade da.   Yûrtsever piştî îfadeya xwe ji edliyeyê veqetiya.