DEDAŞ'ê trafoyên taxê rakirin 2023-08-04 13:22:16   AMED - DEDAŞ'ê li taxa çolter a Tirweqî ya navçeya Erxeniyê trafoyên ceyranê rakir. Welatiyên bertek nîşan dan û wiha gotin: “Berhemên me dê di nava zeviyê de bimînin."   Tîmên Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş. (DEDAŞ) sere sibê bi cendirmeyan re hatin taxa çolter a Tirweqî ya navçeya Erxenîya Amedê û dest bi rakirina trafoyan kir. Kesên hatin gund, bêyî ku xelkê gund ji rewşê agahdar bikin dest bi rakirina trafoyan kirin. "Bikaranîna ceyrana qaçax" weke hinceta rakirina trafoyan hate nîşandan.      Şêniyên taxê diyar kirin ku piştî danîna trafoyan ji DEDAŞ'ê xwestine ku saetên wan ên ceyranê bên girêdan lê şîrket wan paşguh dike. Welatiyan wiha bertek nîşan dan: "Berhemên me yên çandiniyê dê di nava zeviyan de bimînin."