Ji bo sondajê dînamît hate teqandin: Karkerekî jiyana xwe ji dest da 2023-08-03 22:03:47   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê di dema xebatên sondajê yên bîra avê de teqînek çêbû, karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 karker birîndar bûn.    Li gundê Haferî yê navçeya Qosera Mêrdînê di dema xebatên sondajê yên bîra avê de ji bo ku herêmê ji keviran paqij bikin danê êvarî dînamît hate teqandin. Di encama teqîna dînamîtê de 2 jê giran 3 karker birîndar bûn. Li ser îxbara kesên li der dorê gelek ambûlans û agirkuj sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Yek ji birîndaran Mûhammed Ahmet (30) ê sûriyeyî ku birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê jiyana xwe ji dest da û Mehmet Emîn Laçîn (48) û Şahîn Ahmet jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.    Têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.