Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin 2023-08-03 19:36:51   STENBOL - Ji 8 kesên di êrişa li dijî bayiya tekelê ya li navçeya Esenyûrtê hatibûn binçavkirin Tarik Ozer, Azad Ozer û Serhat Ozer hatin girtin û 5 kesên hatin diyarkirin alîkariya wan kirine hatin berdan.    Di 29’ê Tîrmehê de êrişêk li dijî bayiya tekelê ya navçeya Esernyûrta Stenbolê hatibû kirin û di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bûbû. Ji êrişkaran Tarik Ozer, Azad Ozer û Serhat Ozer û 5 kesên hate îdiakirin alîkariya wan kirine ku di bin çavan de bûn piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji gumanbaran Tarik Ozer, Azad Ozer û Serhat Ozer piştî îfadeyên li dozgeriyê ji ber sûcê “Kuştina bizanebûn a biwesf” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin.    Piştî wergirtina îfadeyan a 5 kesên din jî bi dawî bû 8 kes sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê Tarik Ozer, Azad Ozer û Serhat Ozer bi heman sûcdariyê girt û her 5 kesên ku hate diyarkirin di êrişê de alîkariya wan kirine bi şertê kontrola edlî hatin berdan.