Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn 2023-08-03 19:24:00   AMED/ WAN - HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk û TJA’yê di salvegera Komkujiya Şengalê de bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku divê ev roj weke “Roja Qirkirina Jinê’ bê naskirin. Li Wanê jî Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn wiha got: “Êriş li ber çavê cîhanê pêk hat lê hemû cîhan ji komkujiyê re ker, kor û lal ma.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê li Parka Xezalê ya navçeya Bajarênû ya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Qirkirina jinên êzidî, qirkirina mirovahiyê ye, em ji bîr nakin” hat vekirin. Parlementera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça, Însiyatifa Dayîkên Aştiyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand, Yekitî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê, endam û rêveberên DBP, HDP, Partiya Çepên Kesk, saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Di destpêka daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy axivî û got ku: "Tevî 9 salan jî ev komkujî ji aliyê gelek welatan ve weke qirkirin nehatiye qebûlkirin. Wê rojê zêdetirî 5 hezar kes hatin kuştin. Bi hezaran jin û keç di bin gefa destavêtin û tecawuzê de hê jî li benda rizgarkirinê ne. Em li vir kom bûne ku em bi gelê Şengalê re biqîrin û diyar bikin ku em ê pirsîna hesabê vê komkujiyê bidomînin.”   ‘BI DEHAN CARAN KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ MANE’   Daxuyanî ji hêla Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvençê ve hat xwendin. Guvenç, di daxuyaniyê de wiha got: “Êzidî, di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de yek ji herî kevnar û qedîmê civaka kurd e ku di dîrokê de bi awayekî pergalî-sîstematîk bi cudakarî, komkujiyan re rû bi rû maye. Hema bêje li kê derê bûye, li ser kîjan erdnîgariyê be di warê aborî, civakî, çandî, olî û netewî de ji van hemû mafên xwe bêpar hatiye hîştin. Ev jî hê têr nekiriye ku bi dehan cara bi komkujan re rû bi rû maye.   HÊ JÎ BI HEZARAN JIN Û ZAROKÊN EZIDÎ WINDA NE   Êzidî, di tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve bi komkujiyê re rû bi rû dimînin. Ji 5 hezaran zêdetir êzidî li ber çavê hemû dinyayê hatin qetilkirin, 200 hezar êzidî bi darê zorê ji warê xwe hatin koçkirin. Hê jî destûr nayê dayîn, nahêlin di warê bav û kalên xwe de bijîn. Her dem û gav bi êrîş û komkujiyan re rû bi rû dimînin. Di nava van çend salên dawî de bi hezaran keç û jinên êzidî bi tevî zarokan ve di bazara koleyan de hatin firotin. Hatin tecawizkirin, mêrên êzidî hatin gulebarankirin. Cih û warê perestgehên wan hatin guhertin, hatin wêrankirin. Ola wan ya ku di dîroka mirovahiyê de yek ji ola herî kevnar e tune hat hesibandin. Ew bi zor û zextan ji ola wan hatin dûrxistin, kirin bisilman! Hê jî bi hezaran jin û zarokên Êzdî wenda ne. Êzdî, ew tiştên li Şengalê rû da, bi ser wan de hat wek berdewamiya qetlîamên berî vê dihesibînin ku; jê re 'Fermana 74’emîn' dibêjin    GEFA LI SER WAN DIDOME   Êzidiyên ku piştî bi êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû man û ji neçarî koçî welatên derve kirin, li wan welatên tê de wek penaberî lê dijîn hê jî pirsgirêkên wan yê jiyanî-mirovî didomin. Bi awayekî komkujî hê jî gefa li ser wan didome. Ji ber vê yekê, divê bi awayekî ewlehî, bêyî ku gef û xeterî li ser jiyana wan hebe vegerin li welatê xwe bi aramî bijîn ji bo vê divê ewlekariya wan ya jiyanî were misogerkirin. Ji du hezarî zêdetir êzidî ev neh sal in winda ne. Nehatine dîtin. Piraniya van windahiyan jin û zarokên keç in. Qismekî ji wan di destê DAIŞ'ê de ku di bin ewlehiya paytexta Tirkiyê de dimînin dizanin. Tew van kesan di malpereke înternetê ya bi navê “dark web” de wek koleyan tên firotin. Bi saya serê hewldanên xizmên wendahiyan malên ku wek şaneyan de têne girtin derketin holê û jinên êzidî yên tên rizgarkirin yek cara diteyîse çapameniyê. Başe, lê yên ku ew qas xwedî şans nînin?   TIRKIYEYÊ TEMAŞE DIKIR   Di 2014’an de ku ev komkujî pêkdihat, rayedar û hikumeta Tirkiyeyê lê temaşe dikirin, ji bo rizgarkirina wendahî û jinên ezidiyan gavek jî neavêtin. Di ser de jî ji yên dixwazin ew rizgar bikin re astengiyan derdixin. Di encamê de Tirkiye, ev êrîş û komkujiya ku bû sedema xwediyê nasnemeya xwe ya êzdiyatiyê û çanda xwe ya herî kevnar ku ji netewa kurd e hat kirin wek komkujî nabîne. Sed mixabin, ev komkujî û karestên bi ser êzidiyan ve hat ji aliyê hemû cîhanê ve jî pir bi derengî hat dîtin. Ev komkujiya ku di 2014’an de pêk hat, ji aliyê Lijneya Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (BM) ve hat lêkolînkirin û wek komkujî hatiye qeydkirin (raporkirin), lê ji wê pê de tu gavek din nehatiye avêtin. Lê belê ev êrîşa li ser Şengalê divê ji aliyê hemû cîhanê ve wek komkujî were nasîn, hemû divêtî û pêdiviyên wê yên hiqûqî û navneteweyî were bicihanîn. Nemaze, di heremê de ji ber ev êrîş û gefên hê didomin, bibînin û hemû tedbîrên pêwîst werin girtin.”   ‘JINÊN ÊZIDÎ LI ENQEREYÊ KOLE NE’   Parlamentera Partiya Çep a Keskan a Amedê Ceylan Akça ku pişt re axivî jî kesên di Fermana Êzidiyan a 74’an de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: “Dema ku em îro vê komkujiyê bi bîr tînin, dema ku em diaxivin, çekdarên DAIŞ’ê yên li paytexta vî welatî Enqereyê, jinên êzidî weke kole digirin. Ev li ber MÎT’ê li pêşberî dewleta tirk pêk tên. Em ê ji bo ku ev roj weke ‘qirkirina jinê’ bê îlankirin tekoşîna xwe bidomînin. ”   Daxuyanî bi 2 deqîqeyan çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    WAN    Bi boneya salvegera komkujiyê di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Wanê jî bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Bernameya ku li baxçeyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate lidarxistin bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn a pişt re axivî wiha got: “Êriş li ber çavê cîhanê pêk hat lê hemû cîhan ji komkujiyê re ker, kor û lal ma. Li Şengalê bi çîroka qehremantiya jinê berxwedanek hate pêşkeşkirin. Li Şengalê di kesayeta jinan de êrişek hebû, ev êriş bi berxwedana jinan hate rawestandin û ji hemû cîhanê re hate ragihandin.”   Piştî axaftinê sînevîzyon hate pêşandan.