Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan 2023-08-03 17:13:11   ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Îzzettîn Cîn ê li Elkê hatibû binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyê hate berdan.    Welatiyê bi navê Îzzettîn Cîn ku di 1’ê tebaxê de li gundê Bilbês yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyê sewqî Edliyeyê Şirnexê hate kirin. Cîn ê piştî îfadeya wî li dozgeriyê hate wergirtin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar hate kirin, piştî îfadeya li dadgehê bi daxwaza şertê kontrola edlî hate berdan.    Li aliyê din kurê cîn F. Cîn û biraziyê wî Î. Cîn ên derbarê wan de biryara girtinê heye û li malên xwe nebûn nehatin binçavkirin.    Dorpêça leşkeran a li gundê Bilbêsê didome.