'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’ 2023-08-03 15:22:44   ENQERE - Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku ew di pênaseya Qirkirina Êzidiyan de biisrar in.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi boneya 9’emîn salegera qirkirina êzidiyan ku weke Fermana 74’an tê pênasekirin, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fînanci û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li daxuyaniyê bûn. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Qirkirina êzidiyan: Bila 3’yê tebaxê weke roja bîranînê bê qebûlkirin” hatibû daliqandin.    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di dema qirkirinê de saziyên navneteweyî peywirên xwe pêk ne anîn. Di serî de Tirkiye, divê hemû welat bi vê wesîleyê komkujiya li dijî êzidiyan hatiye kirin weke qirkirin qebûl bikin. Em bang li tevan dikin ku rêzê bo mafê parastina rewa ya civaka êzidî bigirin.”    Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci jî diyar kir ku ew di pênaseya qirkirina êzidiyan de biisrar in û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ev kes di kampên penaberan de, di nava şert û mercên giran de dimînin. Dema weke TTB’ê em çûn serdana van kampan, me mercên jiyanê yên tê de dijiyan jî, binpêkirina mafê xwegihandina tenduristiyê jî vegotin. Di vê mijarê de hewldanên me yên cidî hene.”