‘Divê li Cûdî û Akbelenê li dijî talanê refleksa hevpar bê nîşandan’ 2023-08-03 09:07:36   ÊLIH - Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Denîz Topkan bang kir ku li dijî talana xwezayê ya li Licê, Cûdî û Akbelenê tê kirin reflekseke hevpar bê nîşandan.   Talana ekolojîk a li Kurdistanê bi polîtîkayên “ewlehiyê” li Tirkiyeyê bi polîtîkayên “rantê” tê meşandin kûrtir dibe. Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî talana ekolojîk a li Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas Mûglayê, talana xwezayê ya li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê sîstematîk bûyî û texrîbata ekolojîk a ji Kurdistanê heta Karadenîzê tên kirin didomin. Berxwedana bi dirûşmeya “Em ê ji Akbelenê heta Cûdî dest ji parastina xwezayê bernedin” dest pê kir qirkirina li Akbelenê rawestand. Lê talana xwezayê ya li Çiyayê Cûdî didome. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê yê Êlihê û aktivîst Ridvan Kaya diyar kirin ku xweza qûrbanî hêrsa qezenckirinê tê kirin û destnîşan kirin ku divê li dijî talana xwezayê reflekseke hevpar bê nîşandan.    ‘DIKIN QURBANA ÇAVSORIYA QEZENCÊ'    Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê yê Êlihê Denîz Topkan anî ziman ku xweza bi qurbanî polîtîkayên desthilatê yên rant û ewlehiyê re tê kirin û wiha got: “Ekosîstem bi qurbanî çavsoriya qezencê tê kirin. Koma çete ya 5'an  ên qesrê ev yek ji xwe re kirine polîtîkayek. AKP bi vê polîtîkayê ji alîgirên xwe re qadê vedike, ew jî ji vir rantê berhev dike.”   ‘EM Ê LI DIJÎ HILWEŞÎNÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN’    Topkan, bal kişand ser girîngiya berteka civakî ya li dijî talana xwezayê ya bi awayekî sîstematîk berdewam dike û wiha berdewam kir: “Her kesên li vî welatî daristanan diparêze, li dijî termîkan, li dijî HES’an derdikeve weke ‘terorîst’ tê binavkirin. Hewl dide bi çavtirsandinê desthilata xwe bidomîne. Em ê li dijî talana ekolojîk a Cizîr, Akbelen û Karadenîzê dengê xwe bilind bikin. Bila li ku derê cîhanê be bibe, divê hestiyariyeke hevpar bê pêşxistin. Divê em li dijî talana kapîtalîst reflekseke hevpar nîşan bidin. Ji bo em pêşeroja xwe biparêzin divê em têkoşînê bi biryardarî bidomînin.”   POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ YÊN ‘DIJMINÊ XWEZAYÊ’    Aktîvîstê ekolojiyê Ridvan Ayhan jî diyar kir ku israra hikumetê ya di talankirina xwezayê de ji polîtîkayên li dijî xwezayê pêk tê. Ayhan, diyar kir ku xweza her tim hişyar dike lê desthilat di talankirina xwezayê de israr dike û wiha got: “Li cîhanê du welat hene ku herî zêde di bin bandora guherîna avhewayê de ne. Ya yekemîn bi rêjeya ji sedî 75 Meksîka û ya duyemîn jî bi rêjeya ji sedî 70 Tirkiye ye . Sedema bingehîn a vê yekê jî desthilat in. Sedemên bingehîn jî daristanên tên birîn, qadên ji bo madenan tên vekirin, daristanên tên şewitîn û bendav in. Qirkirina daran a li Akbelenê, şewatên daristanan ên li Cûdî û Licê didomin mînakên vê yên nû ne. Ji bo tiştên bi serê Heskîfê hatin bi serê Akbelenê neyên niha bi hezaran mirov têdikoşin. Divê hemû mirov ji bo xwedî derketina Licê, Cûdî û Akbelenê bikevin nava hewldanan. Ez herkesê di vê mijarê de vedixwînim hestiyariyê.”   MA / Fethî Balaman