Li Mêrdînê rageşiya DEDAŞ’ê: 3 kes hatin binçavkirin 2023-08-02 17:44:04   MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexê gundiyan bertek nîşanî tîmên DEDAŞ’ê yên bi hinceta deynan çûn trafoyan rakin dan. Di encama mudaxileya leşkeran a gundiyan de şewat derket.    Li gundên Kufrek û Şemikan ên navçeya Şemrex a Mêrdînê ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê ve (DEDAŞ) bi hinceta deynan hate xwestin ku 6 trafo bên rakirin. Li gundên ku tîmên DEDAŞ’ê bi leşkeran ketinê rageşî çêbû. Dema gundî li dijî rakirina trafoyan derketin, cendermeyan mudaxile kirin. Di dema mudaxileyê de li herêmê şewat derket û leşkeran herî kêm 3 gundî binçavkirin.    Şewata ku derket jî piştî demekê xwe bi xwe vemirî.