Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir 2023-08-02 12:49:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Zêrevanên sînor ên rejîma Îranê li bajarê Nowsudê êrişî kolberan kir. Di êrişê de 2 kolberên kurd bi giranî birîndar bûn.    Zêrevanên sînor ên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Nowsud ê girêdayî eyaleta Kirmanşahê gule li kolberan reşandin. Di encama êrişê de kolberên kurd ên bi navên Layegh Darvishî û Arkan Rahmanî ji pişt û lingên xwe birîndar bûn. Her du kolber jî rakirin nexweşxaneya li bajarê Qodsê û rewşa wan giran e.    DI MEHEKÊ DE 20 KOLBER HATIN KUŞTIN   Tenê di meha tîrmehê de li ser sînorê Rojhilat 20 kolber ji hêla rejîma Îranê ve hatin qetilkirin. Ji van kesan 14 jê li ser sînorê Nowsudê hatin qetilkirin.