Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir 2023-08-02 11:33:39   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şûştina pêşiya kargehan û peyarêyan heta mehekê qedexe kir.     Gerînendetiya Giştî ya îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, bi hinceta ku av qut nebe, qedexe kir ku di navbera 1 û 31’ê tîrmehê de pêşiya kargehan û peyarê bi xortiman werin şûştin û hawirdor bê avdan. Hat destnîşankirin ku kesên bi vê biryarê nekin dê li wan hezar 295 lîre cezayê pereyan were birîn.