Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin 2023-08-02 09:04:05 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Ahmet Zenger 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê tê ragirtin. Li Zenger “poşmantî” tê ferzkirin û ji ber ku qebûl nake, berdana wî 6 mehan hate taloqkirin.    Girtiyê nexweş Ahmet Zenger (63) di sala 1993’yan de li gundê Xirabaşeref ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi serdegirtina malê de bi îşkenceyê hate binçavkirin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “yekitî û yekparêbûna dewletê xera kiriye” 30 sal cezayê muebbeta giran li Zenger birî. Zenger niha li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê tê ragirtin û ev 30 sal in girtî ye. Cezayê lê hatiye birîn di 4’ê sibatê de xelas bû lê belê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ji ber Zenger “poşmantiya” lê tê ferzkirin qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kir. Berdana Zenger ê careke din derxistin Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bi heman hincetê 6 mehên din hate dirêjkirin.    ‘JI BER ÎŞKENCEYÊN GIRAN NEXWEŞ BÛ’    Zenger ê di 26’ê tîrmehê de bi malbata xwe re axivî, anî ziman ku derxistine lijneyê û berdana wî cara duyemîn hatiye taloqkirin. Biraziyê Zenger, Veysî Zenger diyar kir ku apê wî li ser beyanên şahidan hate girtin û wiha got: “Li pêş çavên me îşkenceyeke giran li wan hate kirin. Bapîrê min ê ku nema dikarî bû li dijî îşkenceyê bisekine bertek nîşan da û dest bi şewitandina mala xwe kir û îşkence hate rawestandin. Piştî îşkenceya ku di dema binçavkirina wan de nêzî 40 rojan li wan hat kirin, derxistin dadgehê û ceza li wan hat birîn. Dema apê min hate girtin nexweşiyên wî tune bûn. Apê min ji mîdeya xwe 3 caran emeliyat bû. Nexweşiya Epîlepsiyê lê derket. Bêyî alîkariya hevalan nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne. Em difikirin ku ev nexweşî piştî îşkenceyên giran derketin holê.”   Zenger ê bi lêv kir ku cezayê apê wî yê 30 salan di 4’ê sibatê de qediyaye, anî ziman ku divê apê wî bê berdan û wiha berdewam kir: “Di 4’ê tebaxê de dema şewitandina înfazê ya 6 mehan ku dane apê min bi dawî dibe û diviyabû hatibûya berdan. Lê di axaftina telefonê de da zanîn ku hefteya borî careke din derxistine lijneyê û bi heman hincetê careke din înfaza wî 6 mehan taloqkirine. Dema înfaza wî hate şewitandin ji berdana wî re hefteyek mabû. Bi ser qawişa wan de girtin û rastî heqaret û tundiya fîzîkî hatin. Ji hincetên sivik înfaza wî şewitandin. 30 sal in belasebep û tiştekî ku nehatiye îspatkirin girtî ye. Kesekî 30 sal in li hundir dikare çi sûcî bike? Tenê ji ber di telefonê de ji malbata xwe re got ‘ez ne poşman im’ înfaza wî 6 mehan hate taloqkirin. Lijne, bi dozger û midûr re dibe yek û bi awayekî kêfî kesên dixwaze berdidin, yên nexwazin bernadin. Vê lijneyê xwe daniye şûna dadgehê. Ev bêhiqûqî ye û nayê qebûlkirin.”   ‘TEHEMÛLA KURDÎ NAKIN'    Zenger, diyar kir ku înfazên girtiyan bi awayekî kêfî tên taloqkirin û wiha lê zêde kir: “Heke weke wan fikirî bûya, da bê berdan. Erdogan tehamulî kurdan nake. Lê bila bizanin ku rojekê dê ji wan re jî edalet lazim bibe. Heke edalet û hiqûq hebûya dê niha apê min di nava zarokên xwe de bûya.” Zenger bang kir ku di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên înfazên wan tên taloqkirin bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê heta bêhna xwe ya dawiyê li cem girtiyên xwe bin. Wan sûc nekir. Pêvajoya hiqûqî çi be em ê li mafê xwe bigerin û em ê dest jê bernedin.”   MA / Mehmet Guleş