Li Colemêrgê nan hate zemkirin 2023-08-01 22:31:47   COLEMÊRG - Li Colemêrgê bihayê 200 gramên nanî, bi biryara nû ya zemê re ji 5 lîreyî derket 7 lîreyî.     Serokatiya Odeya Esnaf û Pîşekaran a Colemêrgê (HESOB), Walîtiya Colemêrgê, Şaredariya Colemêrgê, Midûriyeta Çandiniyê ya Colemêrgê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Colemêrgê (HATSO), Serokatiya Daîreya Bazirganiyê ya Bajêr komîsyonek ava kir û biryar da ku zemê li nanî bikin. Bi biryara ku hate wergirtin re 200 gramên nan ên lîre bû 2 lîre hate zemkirin û derket 7 lîreyan.    Bihayê nû yê hate zemkirin wê ji sibê û pê ve ji aliyê HESOB’ê ve li tevahiya bajêr bê pêkanîn.