Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir 2023-08-01 19:24:33 AMED - Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu biarmanca piştevaniyê serdana DFG’ê kir. Di serdanê de hat destnîşankirin ku desthilatdarî rojnamevaniyê dike hedef.  Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu bi armanca piştevaniyê serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kir. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û hevkarên xwe ku beriya yên beriya niha bi demek kurt ji hepsê hatin berdan û rêveberiya DFG’ê pêşwaziya Tanrikulu kirin.    ‘DESTHILATDARÎ ZEXTÊN GIRAN DIKE’    Tanrikulu di serdanê de axivî û nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevanan û bi taybetî girtina rojnamevan Firat Can Arslan da û got: “Armanca girtina Firat Can Arslan cuda ye. Heke gazî wî bikin wê biçe îfadeyê lê dixwazin rojnamevaniyê bitepisînin. Desthilatdarî îro zextên giran li ser rojnamevanan dike.”    Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî bo serdanê spasiya Tanrikulu kir û destnîşan kir ku desthilatdarî rojnamevaniyê dike hedef.