Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe 2023-08-01 17:51:42 ENQERE - Serokatiya Karên Diyanetê xwest ku daxilî Doza Kobanê bibe. Parêzer dê li dijî vê daxwazê giliyê Diyanetê bikin.    Danişîna 27’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Danişînê piştî navbera hat dayîn berdewam kir.    SEROKATIYA DIYANETÊ XWESTIYE DAXILÎ DOZÊ BIBE!   Ji parêzerên dozê Nûray Ozdogan diyar kir ku Serokatiya Karên Diyanetê daxwaza daxilbûna dozê kiriye û Diyanetê ji bo vê daxiliyê hinceta “bingeha nirxên olî yê civakê hejandiye” nîşan daye. Ozdogan derbarê vê mijarê de wiha got: “Ji ber vê daxwaziya Diyanetê em matmayî man e. Serokatiya Diyanetê bi vê daxwaziyê li dijî Qanûna Bingehîn sûc kiriye. Nirxên olî ji xwe re referans digire û li ser van nirxên olî dixwaze nîqaşê derxe. Ji bo derbarê Serokatiya Diyanetê ku vî sûcî kiriye, dixwazim gilî bikim û derbarê Diyanetê de lêpirsÎn bê destpêkirin. Ez dixwazim ewraqên derbarê daxwaza daxiliya Diyanetê ya vê dozê de demildest ji dozê bên derxistin.”    Di berdewamiya danişînê de parêzer axivîn û parastina miwekîlên xwe kirin.    Parêzeran daxwaz kir ku miwekîlên wan bên berdan û beraetkirin.    Serokê dadgehê derbarê danişîna îro de tu biryarek navberê eşkere nekir û danişînê taloqî sibê kir.    Danişîn sibê saet di 10.00’an de dê berdewam bike.