Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir 2023-08-01 17:04:06   ENQERE - Emîne Şenyaşar û Ferît Şenşayar ên li Enqereyê Nobeda Edaletê didomînin serdana Baroya Enqereyê û Navenda ÎHD’ê kirin.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji bo edaletê têdikoşe. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ku ji êrişê bi birîndarî xels bû, Nobeda Edaletê ya li Enqereyê berdewam dikin. Malbatê îro serdana Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglu, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn kir û hevdîtin pêk anîn.    Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar dane sibehê hatin Edliyeya Enqereyê û bi Koroglû re hevdîtin pêk anîn, der barê komkujî û pêvajoya piştî wê de agahî dan. Piştre malbat çûn Navenda Giştî ya ÎHD'ê û der barê pêvajoya dozê de agahî dan û diyar kir ku dê têkoşîna wan a ji bo azadiya Fadil Şenyaşar ê girtî dewam bike.