Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 2023-08-01 14:51:16   ŞIRNEX - Kerem Şik ku di çarçoveya leşkeriya mecbûrî de li Sêwasê leşkerî dikir, jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina Şik tu daxuyanî nehatin dayîn. Cenazeyê Şik li Silopiyayê hate veşartin.    Ciwanê bi navê Kerem Şik ku di çarçoveya “leşkeriya mecbûrî” de li Sêwasê leşkerî dikir, duh jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Şik 10 roj berê rakirin nexweşxaneyê û nehat zanîn bê ka çima jiyana xwe ji dest daye. Saziyên fermî jî têkildarî mirina Şik tu agahî parve nekirin.    Malbata Şik, cenazeyê kurê xwe ji Sêwasê wergirtin û duh li goristana navçeya Silopiyayê defin kirin.