Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin 2023-08-01 13:42:54 ENQERE - Siyasetmedara kurd Sabahat Tuncel di Doza Kobanê de bertek nîşanî mutalaayê da û got ku mutalaa ji hêla dozger ve nehatiye amadekirin û dadgeh jî peywira jê re hatiye dayîn pêk tîne. Tuncel got: “Hemû dinya ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, kurdan pîroz dike lê hûn didarizînin.”   27’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.    Siyasetmedar Ayla Akat Ata, Sabahat Tuncel, gelek girtî û Emîne Ayna ku negirtî tê darizandin tev li danişînê bûn.  Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û siyasetmedar Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenter û welatî jî tev li danişînê bûn. Danişîn, piştî xwendina  ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin û tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dadgehê daxwazên di navbera rûniştinan de hatine kirin nirxand û daxwaza parêzerê siyasetmedar Ahmet Turk û Gulser Yildirim ê bi navê Erdal Kuzu ya ji bo dema berfirehkirina lêkolînê qebûl kir.    ‘ÇAR CARAN LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN’   Di danişînê de ji ewil Ayşe Yagci axivî û bal kişand ser ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin. Yagci, got ku gelek ewraq negihiştine ber destê wê, jixwe di demên berê de ji ber ewraqên li dadgehê hatine xwendin hatiye darizandin û ev darizandin bi dawî bûye. Yagci, diyar kir ku ew tu wateyê nadê bê ka çima ev ewraq çima li vê dosyayê tên zêdekirin û da zanîn ku ji ber van îdiayan heta niha derheqê wê de çar caran lêpirsîn hatiye destpêkirin.    ‘DOZA ASTENGKIRINA TEVGERA KURD’   Piştre jî siyasetmedara kurd Sabahat Tuncel axivî û wiha got: “Ev doz, doza astengkirina tevgera kurd û doza kompasê ye. Hûn û dewlet heqîqetê vedişêrin. Em jî rastiyê derdixînin holê. Hûn, barbarên DAIŞ’ê û em jî gelê Kobanê diparêzin.” Di vê navberê de serokê dadgehê gotina Tuncel birî û xwest ku derheqê ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin de biaxive. Tuncel, got ku axaftina wê jixwe têkildarî ewraqan e û wiha domand: “Me gelê Kobanê yê li dijî DAIŞ’ê şer kirî parast û me pê re piştevanî kir em lewma li vir in ne wisa?    HEMÛ DINYAYÊ ÇEPIK LÊ DAN   Bi saya têkoşîna YPG û hêzên din ên kurd, êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê hate şikandin. Tevahiya cîhanê têkoşîna gelê kurd pîroz kirin û bo wê çepik lê dan. Me piştevanî da gelê li dijî van barbaran şer dikin hûn lewma me didarizînin. Ev jî eyba we ye. Xwedîderketina li gelekî di bin gefa qirkirinê de, berpirsyartiyeke însanî ye. Peywireke daye we û hûn dixwazin ceza bidin û xwe xelas bikin. Yên li vê derê me didarizînin hûn nînin. Tu hewldaneke we nîne ku rastiyê derxînin holê. Dadgeha we tenê li vê dozê dinere. Hûn çi dikin? Hûn hewl didin kurdan û dostên wan tawanbar bikin.    NÎŞEYÊN ÎMRALIYÊ BÎNIN   Madem hûn dixwazin rastiyê derxînin holê, wê demê hûn çima nahêlin delîlên leha me bên komkirin? Hûn 7 caran cezayê muebbeta girankirî dixwazin. Gelo ma mafê me nîne? Tenê daxwazeke me qebûl bikin. We gelek şahid anîn û tevekan derew kirin. Lê we tenê daxwazeke me jî qebûl nekir. Şahidan ji bo me gotin kadro ne. Û nîşeyên Îmraliyê weke çavkanî nîşan da. Me xwest ku van nîşeyan bînin. Gelo hûn çima nayînin?    MUTALAAYA HATIYE AMADEKIRIN RÛREŞÎ YE   Mutalaa ji 5 hezar rûpelan pêk tê û ev mutalaa ji hêla dozger ve nehatiya amadeirin. Haya gelên Tirkiyeyê ji dosyayê nîne. Erdogan li qadan me weke hedef nîşan dide û civak jî me weke kesên divê bên bidarvekirin dibîne. Xwezî we ev mutalaa paşve şandibûya. Ji ber ku rûreşî ye. Tu delîl nînin. Tenê ji gotinên vala pêk tê. Hûn çi darizandinan nakin. Hûn tenê peywira ji we re hatiye dayîn pêk tînin. Hûn dixwazin em jî bibin şirîkên vê û serê xwe bitewînin. Lê em ne berxa ber kêrê ne.    EM Ê PIŞTEVANIYÊ MEZINTIR BIKIN   Polîtîkayên AKP’ê berê xelkên Tirkiyeyê daye hev. We Tirkiye veguherandiye welatê mafyayan. Hûn piştevaniyê didarizînin lê em ê piştevaniya di navbera jin û gelan de mezintir bikin.”    ‘MUTALAA BI SAÎQÊN SIYASÎ HATIYE AMADEKIRIN’   Piştre jî siyasetmedar Aynûr Aşa axivî û parastina xwe bi kurdî kir. Aşa, Fermana 74’an a li dijî êzidiyan şermezar kir. Di vê navberê de şandeya dadgehê got “derdikeve derveyî mijarê” û Aşa wiha bersiv da: “Ev mijarên ez qala wan dikim eleqeya xwe bi dozê re heye. Em, jinên li Şengalê hatine qetilkirin diparêzin lewma tên darizandin. Mutalaa bi saîqên siyasî hatiye amadekirin. Ez ji ber bûyereke li Bedlîsê qewimî têm tawanbarkirin. Ez dixwazim agahî û belgeyên têkildarî vê bûyerê pêşkeşî dosyayê bên kirin lê hûn nayînin. Ne em lê hûn dozê dirêj dikin. Ji bo min cezayê muebbeta giran tê xwestin. Lê haya min ji vê bûyerê û darizandina ji ber wê nîne. Li gorî daxwazên AKP’ê tevnegerin.”    FLASHA LI GIRTÎGEHÊ HATIYE DÎTIN!   Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî got ku doza heyî dozeke hiqûqî nîne û ev tişt anî ziman: “Dozeke siyasî ye. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo dosyayê ewraqek şandiye û tê gotin ku flashek hatiye dîtin. Dîtina flashê jî weke sala 2016’an hatiye nîşandan. Lê ev flash hêj nû li dosyayê hatiye zêdekirin. Tê gotin ku di flashê de Nîşeyên Îmraliyê heye.” Ata, gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di flashê de yên weke “Gelo darbe çawa nirxandin? Fikra wan a binghehîn çi ye? Gelo cewhera wê fêm kirin? Gelo ferq kirin ku komployeke navneteweyî ye?” xwend.  Ata, da zanîn ku Abdullah Ocalan di van nîşeyan de li dijî darbeyê rayedarên dewletê hişyar dike lê belê lê nayê guhdarîkirin.    Dadgehê, 40 deqe navber da danişînê.