AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir 2023-08-01 13:12:38 ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn ragihand ku vesazkirina taloqkirina ragihandina biryarê betal kiriye. Ev biryar dê salek piştre bikeve meriyetê.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ragihand ku vesazkirina “Taloqkirina Ragihandina Biryarê (HAGB)” betal kiriye. AYM’ê diyar kir ku wan di 1/6/2023’yan di dosyaya hejmar E.2022/120’ê de biryar dan ku hevoka yekemîn a bi fikraya hejmar (5) a bi xala 23’yemîn a Qanûna Hejmar 5560 li xala 231’emîn a Qanûna Dadgeha Ceza ya Hejmar 5271 hatiye zêdekirin li dijî Destûra Bingehîn e û betal kirine. Her wiha AYM’ê destnîşan kir ku ev biryar dê salek piştî ev biryar di Rojnameya Fermî de tê weşandin bikeve meriyetê.    DI ROJNAMEYA FERMÎ DE HATE WEŞANDIN   AYM’ê ev biryar di 1’ê hezîrana 2023’yan de li ser serlêdana 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Trabzonê da û îro di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Bi kurtasî di biryarê de hat gotin ku biryara HAGB’ê mexdûriyeta mexdûran ji holê ranake, faîlan ji cezayan bêpar dihêle û nahêle dewlet berpirsyartiya xwe ya parastina mal û manewiyeta hemwelatiyan pêk bîne û pêş bixe. Bi vê sedemê jî ev sererastkirin weke li dijî Destûra Bingehîn hate pênasekirin.    DI 300 SERLÊDANAN DE BIRYARA ‘BINPÊKIRINÊ’ HATIBÛ DAYÎN    Midûrê Karên Nivîsan ê Bepirsyar ê Rojnameya Yenî Yaşamê Înan Kizilkaya, Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Yenî Yaşamê Osman Akin û ji parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê Abbas Yalçin jî di nav de, AYM’ê ji bo serlêdanên 300 kesan ên li dijî biryarên HAGB’ê yên di navbera 2014-2021’an de hatine kirin, biryara binpêkirina “mafê azadiya xweîfadekirinê û mafê civîn, xwepêşandan û meşê” dabû.