Li Elkê welatiyek hate binçavkirin 2023-08-01 12:15:46   ŞIRNEX - Îro di danê sibehê de li Elkê bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyek hate binçavkirin.    Polîsên tîmên taybet îro di danê sibehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyê bi navê Îzettîn Cîn hate binçavkirin. Hat zanîn ku derheqê kurê Cîn, F. Cîn de jî biryara girtinê heye lê ji ber ku ne li malê bû nehate binçavkirin.    Nehat zanîn bê ka Cîn bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin û niha li midûriyeta emniyetê ya navçeyê tê ragirtin.    Hat zanîn ku ji bo girtina F.Cîn, bi ser du malên din de jî hatiye girtin.