Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin 2023-08-01 11:54:25 ŞIRNEX - Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Bajar Îbrahîm Barkin, Sakîne Kultur qetil kiribû û doz lê hatibû vekirin. Li ser daxwaza dozger, dadgehê biryar da ku di danişîna din de li kurê Kultur, Mehmet Kultur were guhdarîkirin.    Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin di 13’ê gulana 2022’yan de welatiya bi navê Sakîne Kultur li navçeya Silopiyayê bi îşkenceyê qetil kir. Ji ber qetilkirina Kultur, bi sedema “Bi plankirî kuştiye û bi ezyetê kuştiye” li Barkin doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Parêzerên Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê û yên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî tev li danişînê bûn. Faîl Îbrahîm Barkin jî li girtîgeha lê tê ragirtin, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    ‘BILA FAÎL GIRTÎ BIMÎNE’   Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî û Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê xwestin ku rewşa girtî ya faîl bidome. Her wiha dozger jî xwest ku di danişîna din de li kurê Sakîne Kultur, Mehmet Kultur were guhdarîkirin.    FAÎL XWEST BÊ TEHLIYEKIRIN   Faîl Îbrahîm Barkin jî li dijî mutalaaya dozgeriyê parastina xwe ya berê dubare kir û xwest bê tehliyekirin.    DÊ LI MEHMET KULTUR WERE GUHDARÎKIRIN   Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya faîl bidome, di danişîna din de li Mehmet Kultur were gundarîkirin û danişîn taloqî 5’ê cotmehê kir.