Bîlançoya meha tîrmehê 2023-08-01 10:50:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di meha tîrmehê de 451 caran bi balafirên şer û helîkopteran hatinr bombebarankirin û 15 caran jî bombeyên qedexe û taktîk nukleer hatine bikaranîn.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Navenda Ragihandina HPG’ê bîlançoya meha tîrmehê eşkere kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê da zanîn ku di tîrmehê de 72 leşker, polîs û cerdevanên tev li şer bûne hatine kuştin û 7 endamên wan jî jiyana xwe ji dest dane.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku di tîrmehê de 5 helîkopterên Skorsky hatine derbkirin, balafirên şer 283 caran û helîkopteran jî 168 caran herêm bombebaran kirine. Di heman demê de herêmên navborî bi sedan caran ji hêla obûs, tank û çekên giran ve hate bombebarankirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa tirk 9 caran teqemeniyên qedexe û 6 caran jî bombeyên taktîk nukleer bi kar anîne.