Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin 2023-08-01 10:39:41 DÊRSIM - Endamên Koma Îsyan Ateşî hatin berdan, ji bajar hatin derxistin û ketina wan a Dêrsimê hate qedexekirin.    Walîtiya Dêrsimê qedexe kiribû ku Grup Yorum, Koma Îsyan Ateşî û Koma Folklorê ya Veradardzê di 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê de derkevin ser dikê. Piştî biryara qedexeyê, endamên Koma îsyan Ateşî û 7 xwînerên Partîzanê duh di saetên êvarê de li Qada Seyîd Riza hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê, îro di danê sibehê de hatin berdan.    Endamên komê Yûsûf Rencuzogûllari, Melîsa Yilmaz û Alî Rencuzogûllari piştî hatin berdan, bi lez û bez li wesayîta zirxî hatin siwarkirin û birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî ya Erzînganê. Qedexeya ketina wan a Dêrsimê weke sedema birina wan a Erzînganê hate nîşandan.    'KESEK NIKARE HUNERA ŞOREŞGER QEDEXE BIKE’    Endamên komê yên ji bajar hatin derxistin, li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî dan. Ji endamên komê Yûsûf Rencuzogûllari wiha got: “20’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê par li me hate qedexekirin, piştre li ser Pira Mutiyê helîkopter ser serê me firandin. Em 2 rojan hatibûn rawestandin. Walîtiya îcar jî Mîhrîcana 21’an li me qedexe kir, bêyî ku sedemek were nîşandan li naverasta kolanê em bi îşkenceyê binçav kirin û derxist derveyî sînorên bajar. Di dema binçavkirinê de ji me re gotin ku dê bên berdan lê tevî vê yekê em derxistin derveyî bajar. Em ê li her qadê hunera şoreşger biparêzin û tu zext û êrişên faşîzmê nikare hunera şoreşger bêdeng bike. Kesek nikare hunera şoreşger qedexe bike.”