Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin 2023-08-01 09:59:27 AMED - Girtiyê nexweş Burhan Barût li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin û îşkenceya “girêka beraz” lê hatibû kirin. Birayê Barût, Velî Barût bertek nîşan da û wiha got: “5 saetan îşkenceya girêka beraz lê kirine û lê xistine. Em vê zilmê qebûl nakin û divê tu kes bêdeng nemîne.”  Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Hema hema roj nîne ku ev binpêkirin nekevin rojevê. Yek ji van binpêkirinan jî li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hate kirin. Girtiyê nexweş Bûrhan Barût ku li vê girtîgehê dimîne, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê kir. Barût, da zanîn ku îşkenceya “girêka beraz” li wî hatiye kirin û binpêkirinên din vegot. Birayê Barût, Velî Barût têkildarî îşkenceya li birayê wî hatiye kirin axivî û destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin.   Barût, da zanîn ku birayê wî ev 13 sal in di girtîgehê de ye, gelek caran hat binçavkirin û girtin û wiha domand: “Birayê min nexweş bû û li Stenbolê dihat tedawîkirin. Dema li Stenbolê hate girtin û du caran cezayê muebbeta giran û 153 sal cezayê hefsê dan. Ji ewil li girtîgeha Amedê bû. Piştre sewqî Xarpêtê kirin. Li wir jî zext lê dihatin kirin. Piştre şandin Tekîrdagê û 5-6 salan li wir ma. Li wir jî li dijî binpêkirinan gelek caran ket greva birçîbûnê û zext lê dihat kirin. Ev nêzî saleke jî li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê dimîne. Ev tam 13 sal in di hucreya yekkesî de ye û kes li dora wî tune ye. Rojê tenê saetekê dikare biçe bêhn bistîne. 15 rojan carekê telefonê dike û em wisa pê re diaxivin. Mafê axaftinê jî 15 deqe ye. Herî dawî vê çarşema çûyî bi min re axivî û behsa bûyerê kir.”   BI GIRÊKA BERAZ GIRÊDAN Û 8 KESAN LÊ XIST   Bi domdarî Barût anî ziman ku birayê wî ji rêveberiya girtîgehê re gotiye “Tendûristiya min baş nîne û min bibin ba bijîşk, her wiha televîzyona min jî xerab bûye” û wiha qala bûyerê kir: “Lê daxwaza wî qebûl nekirin. Bûrhan got; ‘Ev çi daxwazên min qebûl nakin û ez jî hêrs dibim û ez jî vê yekê qebûl nakim. Li min xistin, birin odeyeke biçûk û tarî. Ez bi girêka berazan girêdam û 8 kesan li min xist. Ev 8 kesên li min xistin jî, koma îşkenceyê ne û taybet in. Ev kes ne yên ji vir in û ji cihekî din hatine. Ev kes li girtîgehan digerin û îşkenceyê li girtiyan dikin. 5 saetan ez li wê odeyê de mam. Heke ew kesên ji min re xwarin anîn, 20 deqeyan dereng bihatina ez ê bimirima. Ji ber ku min bêhn nedigirt. Ew gardiyanên ji min re xwarin anî jî matmayî man û gotin we çima tiştek wiha kir. Wan jî ev kiryare qebûl nekir. Sergardiyan Omer û midûrê saziyê berpirsiyarin. Heke tiştek bi serê min were, teqez ev kes berpirsyar in. Ev kes van tiştan tînin serê me.’ Piştî Bûrhan mijar ji min re got, bi lez ez berpirsiyarê girtigehê geriyam û min got; ‘Em van kiryaran qebûl nakin û em ê niha serî li hemû saziyan bidin. Kiryar û tişta hûn dikin xelet e.’ Wan jî maf da min û gotin; ‘Haya me jê tune bû.’ Ez dixwazim sazî ser vê bûyerê bisekinin. Divê xwedî li girtîgehan derkevin û wan bi tenê nehêlin.”    KETIYE GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Di berdewamê de Barût got ku birayê wî gelek caran ketiye greva birçîbûnê û axaftina xwe wiha qedand: “Kengî neheqî lê were kirin, dikeve grevê. Niha jî di grevê de ye. Ez nizanim kengî ketiye grevê. Tenê ji min re got ku di grevê de ye. Bila gel hinek hişyar be û çavên xwe veke. Divê haya me ji hev hebe. Di girtîgehan de gelek mirovên me dimirin. Gelek kesên bi plankirî û bi lîstikan tên kuştin. Divê bûyerên diqewimin bên vegotin. Hewceye em wan tenê nehêlin û pêdiviyên wan bi cih bînin. ji ber ku ew nirxên me ne.”   MA / Bazîd Evren