Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin 2023-08-01 09:56:49 STENBOL - Parêzer Emran Emekçî da zanîn ku di Peymana Lozanê de kurd ji ber nebûna yekitiyê tune hatin hesibandin û got: “Heke yekitî pêk were, wê neçar bimînin ku kurdan nas bikin. Heke rewşa me ya parçebûyî dewam bike, em ê bêriya vê sedsalê bikin. Ji ber vê yekê banga Ocalan a ji bo Kongreya Neteweyî girîng e."   Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emren Emekçî jî wek axiver beşdarî panela Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya bi navê “Di Sedsaliyê de Lozan: Muhasabe û Derfet” bûbû. Di panelê de pêvajoya Lozanê û piştre tiştên ku qewimînin hatin nîqaşkirin.    Hiqûqzan Emran Emekçî bandora sed salî ya Peymana Lozanê nirxand.   ÇIMA KURDAN WINDA KIR?   Emekçî da zanîn ku sedema bingehîn a ku kurd di peymana 100 sal berê de nekarîn mafên xwe bi dest bixin yekitiya wan a neteweyî bûye û ji bo pêvajoyên bi vî rengî pêk neyên pêwîst e yekitiya neteweyî pêk were. Emekçî diyar kir ku dewletên serdest jî ji vê rewşa kurdan sûd wergirtine û ew xistine statûya hindikbûn-kêmneteweyitiyê û got: “Em kurd bi hêza xwe tênekoşiyan. 100 sal berê me bawerî bi tirkan anî û me got 'ew ê mafên me bidin me' û li hemberî niyeta baş jî me soz girt. Ji ber vê yekê me winda kir. Nebûna yekitiya kurdan, bêhişmendiya kurdan, an jî nebûna şiyarbûneke wek ya weke îro, bi kurdan da windakirin. Kurdên ku di wê demê de pêşengiya van kar û baran dikirin, serokên eşîrên feodal bûn. Helbet ez vê bi mebesta biçûkdîtinê nabêjim. Çi ji destê wan hat kirin, lê ne veguherî tevgera gel, ne veguherî yekitiya gel.”    GIRÎNGIYA YEKITIYA NETEWEYΠ   Emekçî destnîşan kir ku gelê kurd piştî Lozanê bû xwedî hişmendiya neteweyî û li dîasporayê potansiyeleke pir cidî derxist holê û wiha axivî: “Kurd piştî Lozanê bûne xwedî hişmendiya civakî, siyasî û nasnameyî. Lê gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye, ‘Zihniyet bûye şoreş, lê pêwîste ev zîhniyet bi cih bibe’. Ev emilandin çi ye; kongreya netewî, yekitiya netewî û organên wê, parastin, dîplomasî, meclis. Di dawiyê de, hemû pêkhateyên saziyan tenê ji bo vê yekê divê werin cem hev. Ger ev pêkhateyên ku birêz Ocalan gotibû di vê sedsalê de çêbibin, bandora Lozanê wê ji holê rabe û betal bibe. Belê, niha Lozaneke nû heye, lê divê gelê kurd êdî vê derfetê ji dest nede. Yanî heke yekitî çêbibe êdî divê kurdan nas bikin. Lê heke rewşa me ya perçebûyî berdewam bike, em ê bêriya vê sedsalê jî bikin. Divê em ji dîrokê hin dersan derxin. Ji ber vê yekê banga Ocalan a ji bo Kongreya Neteweyî girîng e."   ‘DIVÊ EM LOZANA XWE BIAFIRÎNIN’    Emekçî anî ziman ku bi Lozanê re sed sal in gelê kurd di bin tecrîdê de ye û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mutlaq kir. Emekçî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gelo di tecrîda Îmraliyê de qanûn heye? Na. Li gel Ocalan îro gelê kurd jî ji hiqûqê hatiye dûrxistin. Pêwîste bingeha vê neheqiya sed salî ji mirovan re were vegotin. Divê mirov li ser bingeheke rast qala Lozanê bike. Ji bo tunehesibandina neteweyek 20 mîlyon mirovî, bêstatû hiştina kurdna ewqas rewa nebe. Ya em ê bi hev re ji vê redkirinê û înkarê xilas bibin, an jî em ê wekî berê bimînin. Divê em weke gelê kurd Lozana xwe ava bikin. Divê me xwe bi xwe viya biafirînin.”    MA / Ergîn Çaglar - Îbrahîm Irmak