Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in 2023-08-01 09:01:50 RIHA - Xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi lêv kirin ku ew ji ber rewşa tenduristiyê ya Ocalan bi fikar in û bang li sazî û gel kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê bêtir di nava hewldanan de bin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî hat girtin, 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. 29 meh in ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim tu agahî nayê standin. Tevî ku li gor qanûnên Tirkiyê mafê hemû girtiyan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin jî, lê ev yek li Girava Îmraliyê esas nayê girtin û hiqûqêke 'taybet' tê pêkanîn. Bi vê re her ku diçe tecrîd tê kûrkirin.    Tecrîd ku bandorê li hemû qadên civakê dike, bûye sedema krîzên wekî aborî û civakî. Her ku agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliye nayên stand fikarên malbatan û gel hê zêde dibin. Xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku em li gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê bi wan re axivîn destnîşan kirin ku fikarên wan her diçe zêdetir dibin û gotin ku divê ji bo bidawîbûna tecrîdê bêtir hewldan hebin.    'DI TU QANÛNAN DE TUNE YE'   Xizmê Abdullah Ocalan, Mehmet Reşît Ocalan bi lêv kir ku haya wan ji rewşa tenduristiya Ocalan tune ye û ev tişt gotin: "Em ji ber rewşa serok bi fikar in. 29 meh in tu agahî ji Serok nayê girtin. Em nizanin rewşa tundiristiya wî çi ye. Mafê hemû girtiyan e ku bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê bike, lê Tirkiye hiqûqa xwe jî binpê dike.  Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Ev tecrîd di tu qanûnan de; ne di mislimantiye ne jî tu olan de heye. Axaftina wî hatiye qutkirin. Em nizanin sax e yan mirî ye."    Mehmet Reşît Ocalan   'TECRÎD LI SER HEMÛ KURDAN E'   Mehmet Reşît Ocalan destnîşan kir ku tecrîd li ser hemû kurdan tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev tecrîd ne tenê li ser Serok e li ser hemû kurdan e. Li dijî vê bêhiqûqiyê muxalefet jî deng ji xwe dernaxîne. Ji bilî kurdan tu kes dengê xwe dernaxe. Divê kurd li dijî vê tecrîdê li ber xwe bidin û rabin ser pêyan. Divê hemû kes li dijî tecrîde di nava hewldanan de bin û ji bo ev tecrîd bê şikandin çi ji destê kê tê divê bike."   'EM BI FIKAR IN'   Xwarziyê Abdullah Ocalan, Alî Ocalan jî anî ziman ku ew dixwazin rojek berî rojekê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin û wiha got: "29 meh in bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk nayê. Em malbat ji ber rewşa birêz Ocalan bi fikar in. Em dixwazin rojek berî rojekê malbat û parêzer bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Li gor qanûnên Tirkiyeyê jî ev tecrîd li dijî hiqûqê ye. Qanûnên Tirkiyeyê çi ne divê wan pêk bîne. Em nizanin rewşa tenduristiya birêz Ocalan çi ye. Weke malbat em pir bi fikar in.   Alî Ocalan   'EM VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN!'   Alî Ocalan di dawiya axaftina xwe de ji bo bidawîbûna tecrîdê ev bang li gel û saziyan kir: "Banga me ji gelê me û hemû saziyên hiqûqê ev e ku li dijî vê bêhiqûqiya tecrîdê rabin. Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî jî divê zorê bidin Tirkiyeyê ku qanûnên xwe pêk bîne. Her wiha CPT jî divê serdana Girava Îmraliyê bike û der barê rewşa birêz Ocalan de daxuyaniyeke bide. Bila gelê kurd xwedî li birêz Ocalan derkeve. Divê siyasetmedarên kurd jî her tim tecrîdê bixin rojevê û çareseriyeke pêyda bikin. Ev 29 meh in tu hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk nayê, em vê yekê qebûl nakin."   MA / Mahmût Altintaş