Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê 2023-07-31 19:34:07   AMED - Serdar Altan û Dîle Muftuoglû ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de ye car din ji bo hevserokatiya DFG'ê hatin bijartin.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ku kongreya xwe ya asayî ya 2'yan li dar xist, îro hevserokên xwe bijartin. Di civîna îro de ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin, bi biryara lijneya rêveber ve Serdar Altan û Dîcle Muftuoglû car din ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.