Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’ 2023-07-31 16:23:14  ENQERE - Girtiyê nexweş Bûrhan Barût ê di Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê de tê ragirtin, di faksa ji malbata xwe re şandiye de destnîşan kir ku gardiyanan qederê 5 saetan bi girêka beraz îşkenceyê li wî kirine.    Girtiyê nexweş Bûrhan Barût ê di Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê de tê ragirtin, di 10’ê tîrmehê de ji malbata xwe re faksekê şand û qala îşkenceya ku rast hatiye kir. Barût di faksa xwe de destnîşan kir ku tevî sergardiyanê bi navê xwe Omer û 8 gardiyanên din, qederê 5 saetan îşkenceyê li wî kirine. Barût da zanîn ku dema îşkenceyê li wî kirine, ji ber ew nexşweşê bêhntengiyê ye, hatiye ber asta bêhn nestendinê û nehiştine ku ew rapora derbkirinê jî bistîne. Barûd diyar kiriye ku wî nebirine revîrê û xwestiye ku qeydên kamerayan werin lêkolînkirin. Lê belê Barût got ku tu bersiv ji van daxwazên wî re nehatine dayîn. Herwiha Barût anî ziman ku ew ji ber van îşkenceyan ji 7’ê tîrmehê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye.    ‘DIVÊ HEMÛ CÎHAN BIBIHÎSE’   Barût di faksa şandiye de destnîşan kir ku ger îşkenceya li dijî wî hatiye meşanedin dom bike ew ê dawî li jiyana xwe bîne û wiha axivî: “Bi kelemçeyên hesinî girêka beraz pêk anîn. Hewl dan ku min bikujin. Çawa bû ku min nekuştin. Ger 20 deqe derengtir bihatana, ez ê ji bêhn tengiyê fetisîbama. Tiştên li vir hatine kirin, divê li Tirkiyeyê û cîhanê werin bihîstin. Vegera min ya paş de nîn e êdî. Hewce nîn e ku hun werin vir. Ji xwe wiha bimeşe hun ê werin cenazeyê min bigirin. Ji bo ku dawî li îşkenceyê were, ez ê heya dawiyê li ber xwe bidim, û ez bendewariya vê tiştê ji we dikim.”   ÎŞKENCEYÊ XIST ROJEVA MECLÎSÊ   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş îşkenceya girêka beraz ya li dijî girtiyê nexweş Barût hatiye meşandin xist rojeva meclîsê. Guneş bi daxwaza ku Wezareta Dadê bibersivîne pêşniyazpirs amade kir.   MA / Mehmet Aslan