Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir 2023-07-31 15:36:00   MÊRDÎN – Wesayîta Parlamentera Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya û erebeya endamên partiyê tê de bûn, di têketina navçeya Nisêbînê de li hev ketin.   Wesayîtên Parlamentara Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya û endamên partiyê ku ji bo tev li meşa li dijî talankirina ekolojiyê ya li navçeya Silopiya Şirnexê bibin ketibûn rê, di têketina navçeya Nisêbînê de qeza kirin. Wesayîta ku Kaya tê de bû ji pişt ve li wesayîta pêş a endamên partiyê tê de bûn, xist. Kaya û endamên partiyê wek sivik birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneyê.