Li Îranê 2 kurd hatin girtin 2023-07-31 13:36:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê sêwirîner Hussein Chokali û Muradrasul Tajgardoun hatin binçavkirin.    Duh bi şev Sêwirîner û wênesaz Hussein Chokali li Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji hêla hêzên rejîmê ve hate binçavkirin. Têkildarî cihê ku Chokali birinê, ji malbatê re tu agahî nehatine parvekirin.    Îro jî li bajarê Naghadehê, kesê bi navê Muradrasul Tajgardoun di encama serdagirtina malê de hate binçavkirin. Têkildarî aqûbeta Tajgardoun jî ji malbatê re tu agahî nehatin parvekirin.