Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin 2023-07-31 11:43:35   STENBOL – Di çarçoveya êrişa Esenyûrtê ya ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de, kesekî din jî hate binçavkirin.    Di 28’ê Tîrmehê de êrişêk li dijî dikaneke tekelê ya navçeya Esernyûrta Stenbolê hatibû lidarxistin û di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bûbû. Hat destnîşankirin ku piştî girtina êrişkar Mûrat Ozerbay, S.O. jî hatiye binçavkirin. Herwiha hat diyarkirin ku lêgerîna 2 êrişkarên din jî berdewam dike.    ÇI BÛBÛ?   Komeke êrişkaran di 28’ê tîrmehê de êrişî dikana tekelê ya taxa Guzelyurt a li ser Cadeya Mehmet Akîf Ersoyê kirin û gule li Yûnûs Emre Erzen (24), Batûhan Bayindir (20) û Yûsûf Erzen (21) barandin. Di encama êrişê de Yûnûs Emre Erzen (24) û Batûhan Bayindir (20) jiyana xwe ji dest dan û Yûsûf Erzen jî birîndar bû. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de Mûrat Ozerbay hatibû girtin.