Piştevaniya Mor birînên gel derman dike 2023-07-31 10:51:44 STENBOL  - Endama Piştevaniya Mor Asli Elîbol ku li herêma erdhejê birînên gel derman dike anî ziman ku ew bi komxebatên tenduristiya zayendî, hiqûqî û derûnî-civakî piştevaniyê didomînin.    Pirsgirêkên piştî erdheja 6’ê sibatê ya navenda wê Bazarcixa Mereşê çêbû û bandor li 11 bajaran kir, tevî ku 5 meh bi ser re derbas bûn hê jî berdewam dikin. Tevî pirsgirêkên hewînê, gelek pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Dermankirinên birînên herêmên erdhejê berdewam dikin. Piştevaniya Mor jî di çarçoveya piştevaniyê de xebatên xwe yên li herêma erdhejê daye destpêkirin, berdewam dike. Endama Piştevaniya Mor Asli Elîbol xebatên xwe yên dikin û rewşa herêmên erdhejê vegot.    ‘HÊRSA GEL SAR NEBÛYE’   Elîbol, desnîşan kir ku ew ji roja erdhejê ya ewil ve xebatên xwe berdewam dikin û anî ziman ku wan li çar cihan, ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê kon vedane. Elîbol, anî ziman ku wan bi jinan re di serî de pêdiviyên jin û zarokan diyar kirine û dest bi xebatê kirine. Di axaftina xwe de Elîbol da zanîn ku dewlet di hefteya ewil de qet nehat herêma erdhejê û wiha axivî: “Gel bi derfetên xwe ji xwe re kon çêkirin, li derve ma û ji xwe re cihên ewle ava kirin. Desthilata AKP'ê çavên xwe ji pêdiviyên gel re girt. Hê jî hêrsa gel sar nebûye.”   PIRSGIRÊKA AVÊ DIDOME   Di berdewama axaftina xwe de Elîbol destnîşan kir ku hê gelek kes di konan de dijîn û anî ziman ku ji ber erdhejê ava kanalîzasyonê tev li ava vexwarinê bûye, av peyda nabe û got: “Hê gelek kes nikarin bikevin malên xwe. Ji ber xerakirina xaniyên xesar gihiştinê, her der toz û dûman e. Ji ber bermayiyên kavilan dibin herêmên çandiniyê, fêkî û zerzewat jî jehrî dibin. Ev jî talûkeyeke mezin dide avakirin.”   KOMXEBATÊN DERÛNÎ-CIVAKÎ, TENDURISTÎ, HIQÛQÊ   Di berdewama axaftina xwe de Elîbol bi bîr xist ku piştî erdhejê di serî de pêdiviyên madî sereke bûn lê aniha pêdivî bi piştevaniya derûnî-civakî heye û têkildarî xebatên xwe ev tişt gotin: “Me bi piranî komxebatên jinan li dar xistin. Me jinan guhdar kir û li gorî pêdiviyê komxebatên derûnî-civakî li dar xistin. Me atolyeyên tenduristiya zayendî li dar xistin. Me dît ku di komxebatan de daxwazên gel derdikevin pêş me komxebatên hiqûqê li dar xistin. Ji ber gel bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ma û wan bi xwe jî ji bo çareseriyê pêşniyar dikirin. Em ê li gorî pêdiviyan lidarxistina atolyeyan bidomînin.”   ‘LI DIJÎ ÎSTÎMLAQÊ TÊKOŞÎN HEYE’   Elîbol di dawiya axaftina xwe de li ser îstîmlakkirina zeviyên gundiyan ya ji hêla desthilatê tê pêkanîn sekini û diyar kir ku di vê hêlê de têkoşîneke gel heye û got: “Gundê elewiyên ereb ê Dîkmeceyê ji 4 beşan pêk tê û gundî li dijî îstîmlaqkirina bêhiqûqî têkoşînekê dimeşînin. Gundiyan anîn ziman ku ew ê biryara îstîmlaqkirinê nas nekin û ew ê ji gundên xwe dernekevin. Her wiha gel jî ji axên xwe û zeviyên ji dê û bavên wan ji wan re mane, dê dernekevin û dê axa xwe neterikînin. Me jî li ser vê yekê li ser hiqûq û îstîmlaqê atolye li dar xistin. Bi giranî em li ser mafê gel bikaranîna van mafan sekinîn. Wekî ku me aniye ziman em piştevaniya jinan û gel dikin.”   MA / Esra Solîn Dal