Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin 2023-07-31 09:01:12 STENBOL - Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs di sedsala duyemîn a Lozanê de bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û wiha got: “Heta ku yekitî pêk neyê, em di nava xeteriyeke mezin de ne ku Lozana duyemîn bê jiyîn.”   Di pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de, bi beşdariya zêdeyî 600 delegeyan li ser sedsaliya Peymana Lozanê ku Kurdistan kir çar parçe, “Konferansa Lozana Mezin” hat lidarxistin. Di encama danezana konferansa li Lozanê hat lidarxistin de, ku peyman lê hat îmzekirin, Peymana Lozanê ku destpêka konsepta tunekirin û înkarê ya li dijî kurdan bû, hat redkirin û hat destnîşankirin, ku divê yekîtiya neteweyî ya kurdan bê ewlekirin.   Di danezana ku li ser sê qadên bingehîn ên têkildarî Peymana Lozanên biryar hatin dayîn standin de mijarên ku Kurdistan di qada navnetewî de bibe xwedî statu û li qada navnetewî bê nasî û darizandina welatên ku li dijî gelê kurd “sûc” kirine li dadgehên navnetewî bên darizandin derketin pêş.    Hevserokê KNK’a ku pêşengtiya konferansê kir, Ahmet Karamûs, di sedsala duyemîn de pêşeroja kurdan, nîqaşên di vê çarçoveyê de li konferansê hatin birêvebirin, di sedsala duyemîn de helwesta kurdan û têkildarî biryarên hatin wergirtin nirxandin kirin.    Ahmet Karamûs   ENCAMÊN LOZANÊ    Karamûs da xuyakirin ku konferans xwedî wesfeke Kurdistanî bû û destnîşan kir ku di konferansê de peyamên girîng hatin dayîn. Karamûs, diyar kir ku di roja konferansê ya ewil de encamên Lozanê yên ji aliyên kurdan ve hatin nîqaşkirin û têkildarî sedsala duyemîn helwest hate wergirtin. Karamûs, da zanîn ku di konferansê de hate tespîtkirin ku Lozanê ji derveyî temsiliyet û vîna kurdan rê li ber encamên înkar, komkujî û koçberiya bi darê zorê vekiriye û wiha got: “Her kesên di konferansê de diyar kirin ku peymana Lozanê qebûl nakin, red dikin.”   HEWLDANA YEKITIYA NETEWEYÎ   Karamûs, destnîşan kir ku gelek daxwazên wekhevî û azadiyê yên gelê kurd di deklarasyona dawî de hatine nîşandan. Karamûs, bi lêv kir ku bi van daxwazan peyamên girîng ji raya giştî re hatin dayîn û wiha berdewam kir: “Peyama herî girîng jî hewldana li ser yekitiya neteweyî ya kurd bû. Kurdan di van sedsalan de bi serhildanan nîşandan ku Lozanê bi tu awayî qebûl nakin. Kurd îro jî bi heman helwestê dibêjin ku Lozanê qebûl nakin.”   STATUYA GELÊ KURD    Karamûs, destnîşan kir ku ji bo gelê kurd li welatên ku Kurdistan lê hatiye parvekirin mafê çarenûsê bi dest bixe divê rêxistinên navdewletî piştgiriyê bidin daxwazên kurdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji dema bihurî û vir ve dewletên serwer ên li çar parçeyên Kurdistanê di nava xwe de biryar dan ku ka dê çawa kurdan bitewisînin, statuya bi dest xistine çawa bi dest bixin û têkoşîna tevgera azadiyê ya kurd çawa têk bibin, lê kurd ne kurdên beriya sed salane. Kurd êdî xwedî şiyariyeke siyasî û neteweyî ne. Rêyeke dirêj hatine û xwedî gelek destkeftiyên girîng e. Ji ber vê yekê divê cîhan vê bibîne û serî li ber gelê kurd bitewîne û rê li ber statuyeke diyar a li çar parçeyên Kurdistanê were vekirin.”   TÊKILIYÊN DÎPLOMATÎK    Karamûs, bi lêv kir ku ji bo dewletên Kurdistan kirin çar parçe ji ber sûcên li dijî gelê kurd kirine li dadgehên navnetewî bên darizandin dê di nava hewldanan de bin. Karamû, anî ziman ku wê bi dewletên din ên alîgiriyên peymanê re ne têkiliyên dîplomatîk deynin û wiha lê zêde kir: “Dewletên dagirker di van salên dawî de bi çekên kîmyewî yên ku bi biryarên navneteweyî hatine qedexekirin li dijî gelê kurd şerekî topyekûn dane destpêkirin. Me bangek li saziyên navneteweyî kir ku divê pêşî li vê bê girtin û dawî li vê mekanîzmaya dagirker were anîn. Eger pêwîstî pê hebe em ê li ber Neteweyên Yekbûyî û sazî û rêxistinên mîna wê dest bi xebatan bikin. Mînak di salên borî de di bin serokatiya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de welatên wek Yûgoslavya, Kosova, Sirbîstan û Xirvatîstanê bûne xwedî pêvajoyên darazê û heta rêveberên dewletê yên ku ceza li wan hatine birîn jî di wan dadgehan de hatine darizandin.”   TÊKOŞÎNA DI PÊŞENGTIYA JINAN DE    Karamûs diyar kir, ji bilî xalên di deklarasyonê de li ser yekîtiya neteweyî ya gelê kurd hatin aşkerekirin, xala li ser azadî û wekheviya jinê derket pêş û ev yek jî yek ji daxwazên pêşîn bû. Karamûs, axaftina xwe wiha domand: “Eger ji sedî 50 civaka Kurdistanê jin be, heta ku jin deng, vîn û nasnameya xwe bi dest nexîne, li Kurdistanê dê di têkoşînê de tu qezenc bi dest nekevin. Azadî û statuya Kurdistanê û avakirina civaka demokratîk yekser bi rizgariya jinên kurd ve girêdayî ye. Jinên kurd bi ked, têkoşîn û nasnameya xwe destketiyên mezin bi dest xistin. Têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê bi giranî bi pêşengiya jinên kurd tê meşandin. Di vê wateyê de divê jin û mêr xwedî heman wekhevî û azadiyê bin. Ev ne tiştekî wiha ye ku em destûr bikin, ji ber ku jinên kurd bi nasnameya xwe û hebûna xwe doza xwe dikin û pêşengtiyê ji têkoşînê re dikin.”   JI ÇAR PARÇEYAN KOMÎSYONA LOZANÊ   Karamûs, da zanîn ku ji bo bicihanîna daxwazên wan di deklarasyona dawî de destnîşan kirin wê komîsyonek were avakirin û wiha pê de çû: “Ev koordînasyon wê ji mirovên ku karibin hêjayî vê wesfê bin û bersivê bidin van daxwazên li her çar parçeyên Kurdistanê û di nava nûnerên civakê de pêk were. Bi gotineke teqez wê bi beşdariya nûnerên ji her çar parçeyên Kurdistanê be. Em ê xebatên ku me daniye pêşiya xwe niha jî bidomînin. Eger em vê koordînasyonê heta dawiya sala 2023’yan biafirînin, bêguman wê gelekî serkeftî be. Bêguman ev komîsyon wê li pêşiya NY û saziyên navneteweyî jî bixebitin.”   NEXŞERÊYA SERDEMA NÛ   Karamûs bi lêv kir ku ew ê di nexşerêya serdema nû de giranahiyê bidin ser xebatên li ser yekîtiya neteweyî ya kurdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ewlekirina yekîtiya neteweyî ya kurdan, bi avabûnên Kurdistanê re me xebatên aktîf û dînamîk meşandin. Di dema pêş de banga me li gelê me ew e ku stratejiya neteweyî ya ji bo yekîtiya neteweyî biparêzin da ku Lozaneke duyemîn neyê jiyîn û ji bo li dora stratejiyeke bi vî rengî li ser armancên hevpar bên bahev û yekitiyeke teqez pêk bînin. Heta ku ev yekîtî pêk neyê, em di nava xeteriyeke mezin de ne ku Lozana duyemîn bê jiyîn. Banga me li nûnerên civaka kurd li hemû qadan ew e ku divê em yekîtiya xwe misoger bikin.”   MA / Îbrahîm Irmak