ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-31 09:00:13     * Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs di sedsala duyemîn a Lozanê de bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û wiha got: “Heta ku yekitî pêk neyê, em di nava xeteriyeke mezin de ne ku Lozana duyemîn bê jiyîn.”   * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, diyar kir ku civînên gel dê şekil bidin siyaseta wan û wiha got: “Em tifaqên xwe mezin bikin li kolanan, taxan û gundan siyasetê bikin û gelê xwe bi rêxistin bikin.”   * Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle, têkildarî xebat û nexşerêya serdema nû ya komeleyê axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo wêjeya kurdî berbiçavtir bikin, bixebitin û Komeleya Wêjekarên Kurd bikin navendeke wêjeya kurdî.   * Li Amedê ji ber bandora erdhejê û krîza aboriyê kirêyên xaniyan zêde bûn. Emlaqfiroşan, dan zanîn ku kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene.    * Danişîna doza Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ku li Şirnexê Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetilkiribû, dê sibê bê lidarxistin.    * Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Giştî ya HDP’ê bicivin. (11.00)   * ÎHD, rapora salekê ya têkildarî girtîgehan amadekiriye, dê li navenda giştî ya komeleya xwe aşkere bike. (13.00)   * Di pêşengtiya TJA’yê de wê bi dirûşmeya “Ji Cûdî heta Akbelenê em xweza û jiyana xwe diparêzin” li navçeya Silopiyayê meşek bê lidarxistin. (17.00) ZINDÎ