Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn 2023-07-30 23:21:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê bi obusan topbaran kir. Di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûn û zirar gihiştin xanî û zeviyên xelkê.   Dewleta tirk û komên girêdayî wê gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi obusan topbaran kirin.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di encama êrîşê de Omer Sadiq Şêx Elî, Mehmûd Mihemed Meyûf û Ehmed Elî Mihemed birîndar bûn û zirar gihiştin xanî û zeviyên xelkê.