Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir 2023-07-30 22:11:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Firat Can Arslan, di parvekirina xwe ya navnîşana girtîgeha lê tê ragirtin parve kir de wiha got: “Dê nikarin pênûsa me bişikînin.”   Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan ê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25’ê tîrmehê de hatibû binçavkirin û bi îdiaya “peywirdarên cemaweriyê kirine hedef” hatibû girtin, navnîşana girtîgeha lê tê ragirtin parve kir.    Di parvekirina ji hesaba medyaya dîjîtal hate kirin de wiha hate gotin: “Ev êrîşên li ser rojnamevanan ji bilî entegrekirina me ya bi rûmeta pîşeya me nikare encameke din bi dest bixe. Dê nikarin pênûsa me bişikînin! Navnîşana min a nameyê: Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê C.5 80”