Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin 2023-07-30 16:04:44   STENBOL - Parêzer Emran Emekçî Lozanê wek “peymana kurdan a ji dîrokê paqij bikin” pênase kir û got: “Heke komarek demokratîk were sazkirin dê Lozan bêfonksiyon bimîne û aştî pêk were.”    Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ku Kurdistanê kir çar parçe, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê panela bi sernavê “Di Sedsaliya Lozanê de: Muhasebe û Derfet” li dar xist. Panel bi sermijarên cuda berdewam dike.    Di rûniştina ewil a panelê de siyasetmedar-dîrokzan Mûtlû Ozturk, parêzer Emran Emekçî, nivîskar Pakrat Estukyan, dîrokzan Erdogan Aydin axivîn û babetên xwe pêşkêşî beşdaran kirin.    Moderatoriya rûniştinê Berdevka Meclisa Jinan a HDK’a Stenbolê Nazli Buket Yazici kir. Siyasetmedar-dîrokzan Mûtlû Ozturk mijara bi sernavê “Di sedsaliyê de rastiya Lozanê” pêşkêş kir.    Ozturk da zanîn ku Peymana Lozanê wî temsîl nake û bi peymanê maf û hebûna gelê kurd tune hat hesibandin.    DI SEDSALIYA LOZANÊ DE KURD    Parêzer Emran Emekçî jî mijara bi sernavê “Di sedsaliya Lozanê de kurd” pêşkêş kir. Emekçî anî ziman ku Qanûna Bingehîn a sala 1924’an ku piştî Peymana Lozanê hat çêkirin, antî demokratîk e û wiha got: “Dîroka serweran dîrokek veşarî ye. Li ser wan maseyan çi hat kirîn û çi hat firotin? Di serî de kurd û çepgir hatin firotin. Hîmê Peymana Lozanê li ser parçekirina Kurdistanê ava bû. Mustafa Kemal sînorên Kurdistana îro nas dike. Axaftinek wî wiha heye. Meclisek ku li ser vê sond xwariye heye.”   ‘PEYMANA TUNEKIRINA KURDAN E’    Emekçî Peymana Lozanê ji bo kurdan wek “xeternak” nirxand û wiha got: "Ji ber ku dema em li peymanê dinêrin, qala navê kurdan nayê kirin, welatê wan bûye 4 parçe, ji hiqûqê tên derxistin. Bi hindikayî jî nayên dîtin. Em îro jî bi vê yekê re rû bi rû ne. Dibêjin ‘Li Tirkiyeyê kêmnetewe tune ne’. Kurdan we li ser pişta xwe kiriye. Bi Mustafa Kemal re tevgeriyan. Li Erziromê Mustafa Kemal bê rutbe ye. Nûnerê kurd ê ku ji nûnertiyê îstifa dike û wî tînin delegetiya Ataturkê. Yê ku Mustafa Kemal li Erziromê, li Sêwasê bi tenê nehişt û wî parast kurd in. Ew ‘Şervanên serdemê kurd, sosyalîst, misilmanên ji ummetê’ bûn. Ji bo komareke demokratîk a rengîn, piralî têkoşiyan. Lozan Peymana tunekirina kurdan a ji dîrokê ye, entegrasyona komara yekem a pergala kapîtalîst e."    PEYMAN BÊFONKSIYON E    Em îro zîhniyetekê nîqaş dikin. Dema ku qanûna bingehîn a demokratîk û komarek demokratîk were sazkirin wê hemû reng, ziman û çand mafên xwe lê bibînin û wê ev şer jî bi dawî bibe. Aştî wisa dikare pêk were. Lozan ne aştî ye. Peymanek ku dawî li aştiyê aniye ye. Em ne mehkûmê wê yekê ne ku di pergalek yekperest ku mafê jiyanê dide nasîn de bijîn. Em dikarin komara demokratîk pêk bînin. Heke em vê pêk bînin wê Lozan bêfonksiyon bimîne û aştî jî pêk were.”    ‘KÊMNETEWÎ TIŞTEK QENC E’    Nivîskar Pakrat Estukyan jî bi sermijara “Di sedsaliya Lozanê de kêmnetew” axivî û got kêmneteweyî tiştek qenc e û mafên wan ên hatine nasîn hene. Estukyan di dewama mijara xwe de bal kişand ser Peymana Lozanê û girîngiya kêmnetewan.    PIRSGIRÊKA KURD KÛRTIR KIR    Axaftina dawî ya rûniştina yekemîn nivîskar-dîrokzan Erdogan Aydin kir û wî jî bal kişand ser neyîniyên Peymana Lozanê û destnîşan kir ku Peymana Lozanê qet ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nebûye alîkar.    Panel bi rûniştina duyemîn berdewam kir.