Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan 2023-07-29 15:37:53 STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meryem Bars diyar kir ku berdana girtiyê nexweşê giran Abdûlkadîr Kûday hate astengkirin û bang hate kirin ku Kûday demildest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 592’yemîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleya xwe pêk anî. Di rûniştina vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. Di çalakiya ku pankartên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday demildest bê berdan” de dirûşmeyên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Gelek parazvanên mafên mirovan piştgiriya çalakiyê kirin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meryem Bars ku daxuyanî xwend, da zanîn ku gelek nexweşiyên Kûday hene û qala nexweşiyên Kûday pê ketine kir. Bars, destnîşan kir ku girtiyê nexweşê giran Kûday divê demildest bê berdan. Bars, agahiyên ku malbat û parêzerên Kûday ji wan re parvekirin vegot û anî ziman ku Kûday sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin û sewqkirina wî ya nexweşxaneyê gelekî dom dirêje.    ‘JIYANA WÎ DI XETEREYÊ DE YE’    Bars, diyar kir ku berdana Kûday hate astengkirin û wiha berdewam kir: “Bûye 45 kîlo û tenê dikare mamayan bixwe. Ji ber vê yekê di 18’ê tîrmehê de dîsa ji bo taloqkirina înfaza wî serlêdan hatiye kirin lê ji serlêdanê re hêj tu bersiv nehatine dayîn. Malbata Kûday ê jiyana wî di bin xetereyê de ye ji bo Kûday tedawî bibe û lê binêrin dixwaze biryara taloqkirina înfaza wî bê dayîn û ji ber vê yekê daxwaza alîkariyê dike.”