Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê 2023-07-29 13:01:29 ENQERE - Rojnamevan Firat Can Arslan diyar kir ku di girtîgehê de ew tê tecrîdkirin û tevî vê yekê jî dê heqîqetê binivisîne û got: “Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin girtîgehê.”    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan di 25’ê tîrmehê de bi îdiaya “wezîfedarên dewletê-cemaweriyê kiriye hedef” hat girtin û wî şandin Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê.    Nûçegihanê me Firat Can Arslan bi rêya parêzerên xwe peyam şand. Arslan da zanîn ku wî ewilî birine jimarên 1 û 2’yan ên Tîpa L’yê û ev rewş di navbera polîs û leşkeran de bû krîz. Arslan got paşê wî bi biryara dozgeriyê şandine Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê.    ‘LI SER DAXWAZA DOZGER-DADGER ÊN HEVJÎNÊN HEV MIN GIRTIN’    Arslan di peyama xwe de wiha got: “Di parveirina min a Twitterê de şîroveya şexsî nîne. Axir heta ku min û hevalên min din ên rojnamevan ku tweetê retwet kirine birin dozgeriyê jî min digot wê me berdin. Kêliya dozger daxwaza girtinê kir, min ferq kir ku ez li ser daxwaza dozger û dadger ên hevjînên hev ku min wan li ser twitterê parve kiriye têm girtin. Di dawiyê de jî wisa bû. Polîs û leşkeran li ser ragirtina min a li Girtîgeha Tîpa L’yê li hev nekirin. Rabûn hev û krîz derket. Min di wir de jî ferq kir ku girtina adeta bi awayek ‘torpîl’ pêk hatiye. Hindik mabû polîs û leşker li ser min li hev bixin. Ji bo ku ev krîz mezin nebe, li ser daxwaza dozger min şandin Tîpa F’yê. Niha min xistine hucreya yek kesî. Ev jî cezakirinek giran e. Min xistine nava şert û mercên tecrîdê.   EZ Ê HER HEQÎQETÊ BINIVISÎNIM    Min heta niha bi kesî re têkilî daneniye.4 roj in tenê qenalek radyoyê ku bernameyên magazînê an jî yên olî diweşîne heye û hewl didim bi vî awayî ji derve agahdar bibim. Mixabin li vî welatî li ser navê rojnamevaniyê her tişt kirine sûc. Ez carek din li vir dibêjim wê nikaribin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Ez bi vê bîr û baweriyê heqîqetê binivisînim.”   NAVNÎŞANA NAMEYAN    Arslan di peyama ku şandiye de navnîşana xwe ya ji bo nameyan jî parve kiriye.   Navnîşana nameyan wiha ye: “Sincan 1 Nolu F Tipi Yüksek Güvenlikli Kapalı Ceza İnfaz Kurumu.  C-Blok-05-80.”