Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin 2023-07-29 12:37:59 STENBOL - Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz ji polîsê ku wê û çalakiya wan asteng kirin re got: “We lawê min da windakirin, ez heqê lawê xwe dixwazim.”    Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 957'emîn de xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Polîsan tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî Dayikên/Mirovên Şemiyê asteng kirin û xistin dorpêçê. Çalakî bi hinceta biryara "qedexeyê" ya Qeymeqamiya Beygolûyê hatin astengkirin. Tevî astengiya polîsan jî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin çalakiya heftane li dar bixin. Lê polîsan asteng kir û destûra çalakiyê neda.    Parlamenterê EMEP’ê yê Stenbolê Îskender Bayhan û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan piştgirî dan çalakiyê û tev li bûn.    KESKÎN: QEYMEQAM JI AYM’Ê NE MEZINTIR E    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî astengiyê da û got: “Biryara AYM’ê heye. Ev biryar ji bo me derbasdar e. Çimkî dadgeha herî bilind e. Ev qeymeqam ji AYM’ê ne mezintir e. Heke dewletek hiqûqê ve kes nikare vê çalakiya me asteng bike. Em dixwazin li gorî hiqûqê gav bên avêtin.”    HANÎFE YILDIZ: EZ LAWÊ XWE DIXWAZIM    Ji Dayikên Şemiyê, Hanîfe Yildiz a ku lawê wê Mûrat Yildzi di binçavan de hat windakirin nerazîbûn nîşanî qedexe û astengiya polîsan da û wiha got: “Çawa dibe ku hûn wêneyê lawê min diqelêşin. Hûn neçarin hurmetê nîşanî heqê me bidin. Çawa dibe ku hûn qerenfîla destê min diavêjin erdê. Hûn mecbûr in hurmetê nîşanî dayikbûna min bidin. We lawê min winda kir, ez li heqê lawê xwe digerim. Hûn ji me çi dixwazin? Ez lawê xwe ku we ji min girtiye dixwazim. Hûn çi ji min dixwazin. Tenê ruhek min heye, tu dixwazî vî ruhê min jî bistîne.”    ROJNAMEVAN HATIN ASTENGKIRIN    Rojnamevanên xwestin çalakiyê û astengiyê bişopînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û destûr nehat dayîn dîmen û wêneyan bigirin. Li Qada Galatasarayê kêliyek ji çûnehatê re hat girtin.    GELEK KES KIRIN BINÇAVAN    Polîsan piştî dorpêçê Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku hatin qadê kirin binçavan. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê jî di nav de gelek kes kirin binçavan û ji qadê birin qereqolê.    ‘WEZARET, WALÎ SÛC DIKIN’    Parlamenterê EMEP’ê Îskender Bayhan bertek nÎşanî dorpêçê û binçavkirinan da û destnîşan kir ku Wezîrê Karên Navxweyî, Waliyê Stenbolê û Qeymeqamiya Beyoglûyê li dijî biryara AYM’ê sûc dikin. Bayhan got wê têkoşîna wan li dijî neheqiyê û êrişan bidome û nehêlin ku rastî di tariyê de bimînin.