'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin' 2023-07-29 09:01:58 RIHA - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Serdar Tum bi lêv kir ku di hevdîtinên gel ên Rihayê de herî zêde bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate rexnekirin û bi lêv kir ku dema tecrîd hat rakirin dê krîza siyaset û aboriyê jî bê çareserkirin.    Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk Gelan (HDP) di çerçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi hevdîtina bi gel re kirin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk û HDP'ê yên Rihayê li tax, gund, navçe û navenda Rihayê bi gel re civîn li darxistin û di civînan de rexne û pêşniyarên gel girtin. Civînên gel ên Rihayê ku gelek welatî tev li bûn û pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman bi dawî bûn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Serdar Tum hevdîtinên bi gel re yên Rihayê ji ajansa me re nirxandin.    Serdar Tum   'REXNEYA NEŞIKANDINA TECRÎDÊ'   Tum, bi lêv kir ku daxwaza herî mezin a gel a di hevdîtinan de şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Weke her bajaran me li Rihayê jî hevdîtinên gel li dar xistin. Li taxan, gundan, navçe û bajêr em bi gel re civiyan. Di van civînan de rexneyên herî zêde li ser neşikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bûn. Ji ber ku me nekarî tecrîdê bişikînin gelê me hem di hilbijartinê de hem jî ji aliyê rêxistinbûyinê ve kemasiyên me anîn ziman."    'LI SER ESASÊN REXNEYAN JI NÛ VE AVA BIKIN'   Bi domdarî Tum diyar kir ku wan rexneyên gel weke nîşe girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bilî vê yekê xwesteka gelê me ew e ku em di nava gelê xwe de bin, gelê me ev rexneyên dûrbûna ji gel jî li me kirin. Me jî rexneyên gel nîşe girtin û ev rexne dê di konferans û civînan de ji bo me bibin weke rêyeke nû û em jî dê li ser esasên rexneyên gelê xwe xwe ji nû ve avabikin."    'BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ DÊ PÊŞKETIN ÇÊBIBIN'   Tum, derbarê rexneya gel a neşikandina tecrîde de anî ziman ku yek jî sedema encamên hilbijartinê, rewşa aborî û siyaseta Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev tişt gotin: "Tecrîd bandorê li ser hemû siyaseta Tirkiyeyê dike. Ji ber ku xetimandinek çekiriye û ev xetimandin ne tenê bandorê li siyasetê dike li aborî û civaka Kurdistan û Tirkiyeyê jî dike. Tecrîd ne tenê li Girava Îmraliyê li ser hemû beşên civakê tê meşandin. Heke em tecrîdê bikarin bikin rojeva civakê û hemû civak bikarê ji tecrîdê re bibe bersiv wê demê em dikarin tecrîdê bişikînin. Dema tecrîd hat şikandin dê xetimandina siyasetê û aboriyê bê çareserkirin. Bişikandina tecrîdê re pêşketin wê çebibin."   'REXNEYÊN GEL WÊ BIBIN NEXŞE RÊYA ME'   Tum destnîşan kir ku hevdîtinên wan ên gel bandoreke erenî li gel kiriyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Civînên ku piştî hilbijartinê me dan destpêkirin di nava gel de jî kelecanek çekir. Gel bi kêfxweşî ji civînan derketin. Gelê me, dert, êş û rêxneyên xwe di civînan de anîn ziman. Em jî dê van civînên xwe berdewam bikin û hertim di nava gelê xwe de bin, li cem gelê xwe bin. Pêşniyar û rexneyên gelê me wê bibin nexşe rêya me. Heviya me ew ê ku ev xetimandin, kêmasî û nebesiyên me di kongrê û civînan de li gor rexnê û pêşniyarên gel çareser bikin û xwe ji van kemasî û nebesiyan rizgar bikin. Ez bi hevî me ku di rojên pêş de em ê rexnedayina xwe bi siyaseta xwe ya nû re bidin gelê xwe. Em ê bigihijin armanca xwe ya azadî, aştî û wekheviyê. Ez bi bawerim di demên pêş de em ê bi têkoşîna xwe daxwaza kesên azadî û wekheviyê dixwazin pêk bînin."   MA / Mahmût Altintaş