Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan 2023-07-28 19:13:20   MÊRDÎN - Têkildarî teqîna li Nisêbînê ya di 25'ê Tîrmehê de ku hatibû diyarkirin kesek jiyana xwe ji dest daye gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Bedîa Adiguzel hat berdan.    Di 25'ê Tîrmehê de li maleke li KOlana Sakarya ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bûyerek qewimîbû. Hatibû diyarkirin ku di bûyerê de jinekê jiyana xwe ji dest daye û endama YJA-Starê ye. Ji ber vê bûyerê gelek eks hatibûn binçavkirin.   Îro ji kesên binçavkirî kesek din jî hat berdan. Roja ewil ji kesên binçavkirî 5 kesên ji heman malbatê 5 ke shatibûn binçavkirin û roja din hatibûn berdan. Îro jî ji kesên binçavkirî Bedîa Adiguzel sewqî Edliyeya Mêrdînê hat kirin. Adiguzel piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin. Adiguzel ji aliyê dadgeriyê ve bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    Her wiha îfadeya Hevseroka DBP a Nisêbînê Remziye Bayhan û hevjînê wê Mehmet Bayhan jî hat girtin. Tê payin ku Remziye û Mehmet Bayhan sibê sewqî edliyeyê bên kirin.