ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne 2023-07-28 15:38:17   ENQERE - ÎHD’ê di rapora 3 mehan de ku têkildarî 23 girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn amade kir diyar kir ku li girtîgehan herî kêm hezar û 203 binpêkirinên qewimîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya mehên nîsan, gulan û hezîranê ya li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li herêma Anatolyaya Navîn bi civîna çapemeniyê ku li Navenda Giştî ya ÎHD'ê hate lidarxistin aşkere kir. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen,  endamê Komîsyona Girtîgehan parêzer Umît Can Akbûlût û Halîl Îbrahîm Varli tev li civînê bûn.    DI 3 MEHAN DE HEZAR Û 203 BINPÊKIRIN    Di raporê de hate parvekirin ku ji 23 girtîgehên Li Herêma Anatoliya Navîn herî kêm 80, ji girtîgehên din jî herî kêm 10 kes serî li ÎHD’ê dane û di pêvajoya 3 mehan de li 23 girtîgehan hezar û 203 binpêkirinên mafan qewimîne.    BINPÊKIRINÊN MAFÊN TENDURISTIYÊ    Di raporê de hate diyarkirin ku di 3 mehên dawî de herî kêm li 5 girtîgehan 13 girtî li dijî binpêkirinên mafan ketine çalakiya greva birçîbûnê û qasî hatine tespîtkirin li girtîgehan herî kêm 234 caran mafê tenduristiyê hatiye binpêkirin. Di raporê de hûrgiliyên binpêkirinên têkildarî mafê tenduristiyê jî cih girtin û hate destnîşankirin ku di serî de girtiyên nexweş, xwarina diyetê nadin girtiyên din jî, bêyî ku mûayeneyeke baş bê kirin derman tên dayîn, dema girtiyan dibin nexweşxaneyê nava devê wan tê lêgerîn û ji ber vê yekê jî girtî qebûl nakin ku tedawî bibin. Hate diyarkirin ku ji bilî sewqên gelek girtiyan bêyî sedem hate redkirin, gelek deman jî ev sewq belavî demê bûn û ji ber vê yekê nexweşiyên heyî pêş dikevin, di hevdîtina girtiyan a bi psîkologan re gardiyan cih digirin, alavên tedawiyê yên girtiyên li nexweşxaneya ku berê dihatin dermankirin hatine desteserkirin û ji ber ev 10 sal in nivînên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê nehatine guhertin rê li ber hin pirsgirêkan vekiriye.    ÎŞKENCE, MÛAMELEYA NEBAŞ…   Di raporê de hate diyarkirin ku di dema binpêkirinan de herî kêm 357 îşkence, mûameleya nebaş û biçûkxistin çêbûne. Di raporê de hate bibîrxistin ku Wezareta Dadê di vê mijarê de dane parvenekirine û wiha hate gotin: “Hat hînbûn ku A.K. yê ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de rastî gefa leşkeran hatiye. Hate zanîn ku li Girtîgeha Tîpa L a Gerede/Bolûyê girtî rastî lêdanê hatine. Weke serdegirtinan lêgerînên odeyan tên kirin û di dema lêgerînan de tişt tên belavkirin û şikandin. Li girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Tîpa S, girtî li odeyên yek kesî tên ragirtin û rojê saetek, saetek û nîvan di uniteyeke cuda de dibin hewadariyê.   Di berdewama raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Ewlehiya Bilin a Hejmara 1’an a Sîncanê, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê, Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê û Girtîgeha Tîpa T a Tokatê qewimîn hatin vegotin.    ÎGK BERDANA GIRTIYAN ASTENG DIKE   Di raporê de her wiha hat ragihandin ku herî kêm li 6 girtiyên li girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn lêpirsîn hatiye vekirin, li girtiyekî cezayê hucreyê hatiye dayîn û mafê girtiyekî yê parastina bi kurdî hatiye astengkirin. Her wiha hate destnîşan kirin ku di nava 3 mehan de berdana herî kêm 35 girtiyan ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê (ÎGK) ve hatiye astengkirin. Di raporê de hat ragihandin ku mafên ragihandinê yên girtiyan jî ji dest wan hatine girtin û li van girtîgehan herî kêm 493 binpêkirin hene. Ji bilî wergirtina rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û Xwebûnê temaşekirina qenalên weke Meclis Tv û Tele 1’ê hatine astengkirin. Di raporê de herî kêm 59 girtî ji bilî daxwazên xwe sewqî girtîgehên din hatine kirin.    BIÇÛKXISTIN   Di raporê de hat ragihandin ku binpêkirin li dijî Destûra Bingehîn, peymanên navneteweyî û gelek normên din e û ev binpêkirin weke "biçûkxistinê" hat pênasekirin. Di berdewama raporê de wiha hate gotin: “Divê weqayên îşkence û lêdanê yên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûne bên bidawîkirin, derbarê kesên berpirsyar de lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin. Îşkence, mûameleya nebaş û biçûkxistin bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye qedexekirin. Divê destûr bê dayîn ku saziyên serbixwe yên tenduristiyê bikevin girtîgehan û lêkolînan bikin. Divê dibin kontrola girtîgehan de sererastkirinên qanûnî bêne kirin da ku rêxistinên têkildar û bi taybet rêxistinên pîşeyî û rêxistinên mafên mirovan tê de bi cih bin.”   BANGA PEYWÎRÊ    Di dawiya raporê de ev tişt hatin gotin: “Divê hejmara personelên tenduristiyê bên zêdekirin. Divê pêkanînên ku zivistanê û havînan nexweşan bi rîngan sewqî nexweşxaneyê dikin û li ber nexweşxaneyan bi saetan di hundirê rîngan de bên sekinandin bên bidawîkirin. Divê girtiyên nexweş ne bi wesayîtên rîngan bi ambûlansê bên sewqkirin. Divê wesayîtên rîngê yên yek kesî bi temamî bê rakirin. Divê derxistina nexweşan a revîrê û sewqên nexweşxaneyan bên lezandin. Divê teşhîs, tedawî û kontrol ji aliyên bijîşkên pispor ve bên kirin. Divê dest ji pêkanîna mûayeneya bi kelemçe û rêbazên tedawiyê bê berdan. Ji ber vê pêkanînê gelek girtiyên nexweş nikarin bên dermankirin. Em bang li Wezareta Dadê û hemû sazî û dezgehên pêwendîdar dikin ku li dijî tiştên li hemû girtîgehan, binpêkirinên mafan û astengiyên ji bo xwegihandina tenduristiyê bikevin nava liv û tevgerê.”