Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket 2023-07-27 16:20:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku li gundê Qelatê Soran a navçeya Gûwêr a Hewlera Herêma Federê ya Kurdistanê helîlopterek ket.    Hat destnîşankirin ku li gundê Qelatê Soran ya navçeya Guwêr a Hewlêra Herêma Federe ya Kurdistanê, helîkopterek ket. Li gorî agahiyên nûçeya Rojnews'ê helîkopter li gund dora saet 14.00'an ketiye.    Heya niha têkildarî ketina helîkoprerê tu saziyên fermî daxuyanî nedan. Nehat zanîn bê ka helîkoprer ya kîjan welatî ye, ji ber çi li wê derê digeriya û ji ber çi ketiye xwarê.