Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin 2023-07-27 09:28:57 AGIRÎ - Çawişê pispor Emre Terzî yê ku hat îdîakirin 4 roj in li navçeya Panosê winda ye mirî hat dîtin   Hat îdiakirin ku Çawişê Pispor Emre Terzî (27) yê dihat payîn ku ev 4 roj in winda ye, nêzîkî Bendava Panosê mirî hate dîtin. Cenazeyê Terzî piştî lêkolînên li cihê bûyerê qediyan, ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.