Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin 2023-07-27 09:01:11   ŞIRNEX - Pira ku Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin 3 caran ew daye ber îhaleyê û 2 caran hatiye revîzekirin û 104 milyon lîre lê hatiye xerckirin, hê jî temam nebûye.    Qeyûmê ku di sala 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî tayinî Şaredariya Cizîrê hat kirin, 2020 milyon deyn xist stuyê şaredariyê, qad û parkên aîdî şaredariyê firotin. Hevşaredarên HDP'î Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû ku di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de hatibûn hilbijartin, di 29'ê Cotmeha 2019'an de ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayinî şûna wan hat kirin. Qeyûmên ku Wezareta Karên Navxweyî ji sala 2016'an ve tayin kirine, gelek karên ku dane destpêkirin di nîvî de hiştine.    Qeyûm Faîk Arican ku di 11'ê Îlona 2016'an de tayinî Şaredariya Cizîrê hat kirin, dest bi çêkirina pira kevirî ya 300 metrekareyî kir û îdia kir ku dê di nava sal û nîvekê de temam bibe. Lê belê Şîrketa Egecanê û Şîrketa Pek-Erê 7 sal in pirê temam nekirine.    4 qeyûmên ku ji sala 2016'an ve tayinî şaredariyê hatine kirin, ji bo heman pirê 3 îhale çêkirine û ew 2 caran jî revîze kirine. Di he rîhaleyê d emesrefê pirê zêdetir bû û 104 milyon û 50 hezar û 553 lîre lê hat xerckirin.    Herî dawî diviyabû pir di 20'ê Gulana 2023'yan de temam bbûbûna, lê hê jî nehatiye temamkirin.    MA / Dilgeş Ruvanas