Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket 2023-07-26 23:26:54   ŞIRNEX – Agir bi devera di navbera gundên Sorbitmê û Gera Mihhetê de ket. Destûr nayê dayin ku agir bê tefandin.    Li quntara Çiyayê Cûdiyê yê di navbeta Şirnex û navçeya wê Silopiyayê de, agir bi qada di navbera gundê Sorbitmê û Gera Mihetê ket. Her diçe agri berbelav dibe.   Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, leşkeran agir berdaye herêmê. Her wiha cihê ku agir pê ketiye nêzî qereqola leşkeran e. Bi tu awayî ji bo tefandina agir destûr nayê dayîn.